Nûçe

Rêkkevtinnameya navbera PDK Îranê û KOMALA

Rêkkevtinnameyek bo karê hevpar di navbera PDK Îranê û Komeleya Soresgêrên zehmetkêsên Kurdistana Îranê de hat wajo (imza) kirin.

Deqa rêkkevtinnameyê bi vî awayî ye:

Rêketinnameya han li navbera PDK Îranê û Komeleya Serosgerên Zehmetkês ên Kurdistana Îranê tê wajo kirin û niha sûn de li her cihek vê rêketinnameyê de Komele û Hizba Demokrat hatibin, merem her du rêxistin in.

Destpêk

Tevgera rizgarîxwaziya gelê kurd li Kurdistana Îranê bi salan e ku qonaxên ciyawaz ên xebata pir ji ewraz û nisîv a xwe derbas kiriye. Berxwedana netewî, qurbanîdan û sehîdbûna bi hezaran keç û xortên fîdakar ku li pêxem selmandina sunas û mafên siyasî ên neteweya kurd de ku li serweyî hemûyan misoger kirina mafê diyarî kirina çarenivîsê ye, rastiyek hasanekirî ye.

Ji bo xebata gelê kurd li vê serdemê û li vê rewsê de, him guhertinên cuda ên cîhanê û him jî guhertinên vê dawiyê ên Rojhilata Navîn, herweha balansa zilhêzan û hevkêseyên nû, zêdetir ji herdem delîve û derfet ji bo anîne rojeva xwastên netewî ên gelê kurd û pêdagiriya zêdetir li ser mafên wê li asta cîhanê de afirandiye.

Bahoza guhertinxwazî û demokrasîxwaziya xelkî a devera Rojhilata Navîn bihêztir û xurttir ji her demekê koska dîktatoran ber bi hilosînê ve pal daye. Dereng yan zû dîktatoriya Komara Îslamî jî li Îranê de, bi berdewam bûna xebata civatên xelkê û îradeya qahîm a xebatkarên riya azadiyê, tu asoyek xincî xurtbûna kirîzên tevalî ên aborî û siyasî û çûna ber bi herifîna yekcarî jêre nahê dîtin.

Opozîsyona Îranê û gurûp û aliyên neyarê Komara Îslamî li derveyî welat, li du sê salên derbasbûyî de pistî serhildan û sikesta tevgera Kesk li Îranê de dewrek nû ji bo diyalog û rûnistina hevbes û çalak dest pê kirine. Li vê navberê de serbarê cudahiya nêrîn û bîr û rayan, hinek jihev têgihîstinek zêdetir û nizîkbûn li gor derbasbûyî derketiye rojevê û hizra hevgirtin û sêwazek ji hewildan bo pêkanîna bereya demokrasîxwaziyê bi durûsma guhertina rejîmê zêdetir ji berê alîgir peyda kiriye.

PDK Îranê û Komeleya Soresgerên Zehmetkesên Kurdistana Îranê weke du hêzên bi ezmûn ku li vê midehê de li ser komek pirsên girîng hevkarî û karên hevbes bi encam gihandine, li doma pêvajoya rû ji geseya vê nizîbûn û hevkariyan de, her du alî li ser vê baweriyê ne ku li rewsek weha de, rêketin li ser komek xalên bingehîn ên hevbes li gor naveroka vê gelaleyê de hewcehiyek înkarnekirî ye. Li rastî de ev pilatforma hevbes, weke serekîtirîn ecîndaya siyasî li hember guhertinên vî serdemî de, eyanker û guzarist li hevalbendiyê li navbera her du hêzan de dike.

Ev rêketinnameya hevbes ku ji aliyê rêberiya her du partiyan ve hatiye pesend kirin, dê bingehekê ji bo karê hevbes yê her du aliyan li warên siyasî, dîplomasî, ragihandin û hwd dabirêje. Li heman dem de bingeh e bo xebata hevbes ji bo xurtkirina vê rêketinnameyê û misoger kirina hevkariyên zêdetir li navbera hêzên din ên mayî li Kurdistana Îranê de.

A) Binemayên gistî:

1: Her du alî li ser vê baweriyê ne ku bi bêy hilosîna rejîma Komara Îslamî, demokrasî û mafên netewî ên gelên Îranê û bi taybet gelê kurd misoger nabin. Herweha li vê bawerê de ne ku sîstema siyasî a pêserojê di Îranê de hewce ye sîstemek sekolar a demokratîke Federal be, lewre hewce ye her du alî li kom û civînan de bi opozîsyona Îranî û derve li ser van xalan tekezê bikin.

2: Komele û Hizba Demokrat baweriyek tewaw bi hilbijartinên azad ên siyasî ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hene û li hilbijartinên han de bêsik sindoqên dengdanê, bi serekîtirîn çavkaniya rewatiya hemû hêzek siyasî li Kurdistanê û bi bingehek serekî a demokratîzekirina civakek azad û serbest dizanin.

3: Her du aliyan baweriyek tewaw bi cudahiya dîn ji dewletê hene û li vê bawerê de ne ku desthilata pêseroja Kurdistanê û Yasaya Bingehîn a welat divêt li ser bingeha pirensîpên demokrasî, peymannameya cîhanî a Mafên Mirov, mafên siyasî û netewî ên xelkê Kurdistanê bihê danîn. Herweha azadiya dîn û bîr û bawerên cuda li Kurdistanê bi mafek rewa û hasanekirî ên hemû rûnistiyên Kurdistanê dizanin.

4: Her du alî pêdagiriyê li ser wekheviya tewaw a mafên jin û mêran li hemû biyavên siyasî, civakî, aborî, çandî, malbatî û hwd li civakê de dikin û xwe bi parêzerê yasayên pêsketixwazane, modern û mirovî li vê derheqê de dizanin û ji bo cihgîrkirina wê dê bixebitin.

5: Komele û Hizba demokrat xwe bi parêzerên azadiya derbirîn, azadiya nivîsîn, azadiya rojnamevaniya serbixwe, azadiya pêkanîna rêxistinên siyasî, azadiya avakirina rêxistinên medenî û sinifî weke rêxistinên karkerî, jinan, xwendekarî, lawan, mamostayan û hwd dizanin û pistgiriya tewaw a yasayî li civakê de lê dikin.

6: Her du alî pistgîrî û pabendbûna xwe bi dadvaniya civakî û parastina jîngeha Kurdistanê û cihgîr kirina van babetan li Yasaya Bingehîn a welat de radigehînin.

7: Her du alî pabendbûna xwe bi çareserkirina pirs û astengên siyasî ên li navbera xwe ji riya diyalog û bi awayê siyasî, aram û bi dûr ji her terze sidet û tund û tûjiyekê tînin ziman. Herweha vê sêwazê jî li navbera hemû hêzên siyasî ên Kurdistanê bi hewce dizanin û ji bo cihgîrkirina vê pirensîpê li rûberê hemû Kurdistanê dê bixebitin.

8: Hizba Demokrat û Komele, Federalîzma Netewî ‘ Coxrafiyayî weke durûsma sereke û bernameya siyasî a xwe ji bo çareserkirina sistema netewî li Kurdistanê hilbijartine û xwe bi alahilgirê vê durûsmê dizanin û karê hevbes bona cihgîr kirina wê dikin.

9: Rêketinnameya han, pirensîba serbexweyî a siyasî, rêxistinî, dîplomasî û ragihandinî a tu yek ji van du aliyane birîndar nake, belkî hewil dide ku hevdengî û hevahengî li navbera wan de li pêxema armancên hevbes ku li vê pilatformê de hatine, misoger bike.

B) Erkên beriya guhertinên siyasî û hilosîna rejîmê

1: Nasandina pirsgirêk û xwastên gelê kurd li Kurdistana Îranê bi civaka navnetewî û misoger kirina pistewaniya siyasî ji bo tevgera rizgarîxwazî a gelê Kurd. Bo nimûne rêxistina çalakiyên dîplomatîk ên hevbes li asta cîhanî û serdana nawendên navnetewî bo vê meremê.

2: Besdarîkirin yan nekirina hevbes li gel hêzên opozîsyona Îranî bi hevahengî û sêvirmediya pêswext û pêdagirî li ser maf û daxwaziyên xelkê Kurdistanê bi armanca bihêz kirina pêgeha Kurd ji riya helwesta hevbes li konferans û semînarên cuda û hevahengî li vê biyavê de. Tekeza her du aliyan li ser durûsma federalîzmê, weke rêçareya pirsa netewên Îranê li nav gotarên cuda ên opozîsyona Îranê û kesatiyên neyarê Komara Îslamî. Bihêz kirina helwesta hevbes û gotara pêsketinxwazane a netewî li Kongireya Netewên Îrana Federal û parastina wê rêxistinê û nasandina wê bi raya gistî a cîhanê. Hewildan bona darêtina siyasetek hevpar li hember opozîsyona Îranî ku derbirê pirensîbên esasî ên tevgera millî- demokratîk a xelkê kurdistan be.

3: Her du alî pistewaniyê ji xebata rewa a gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê de dikin û hevdem li ser vê baweriyê ne ku her terze desttêwerdaneke parçeyek ji parçeyên din, siyasetek nebas û bi zirar e. Her li vê arasteyê de bona qahîm kirina pêwendiyan û misoger kirina pêgehek jêhattir ji bo Kurdên Rojhilatê û berçav girtina siyasetek hevbes, li gor hewcehiyan, dê rûnistinên hevbes bi Hikûmeta Herêmê û hêzên siyasî li Herêma Kurdistanê encam bidin.

4: Komele û Hizba Demokrat, tebayî û yekêtiya netewî li Kurdistana Îranê û bihêzkirina hevxebatiyê li navbera hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê bi erka ser milê xwe dizanin û ji bo vedîtina rêçareyên guncaw bi armanca jinavbirina astengên ser riya yekîtiyê dê bixebitin.

5: Her du alî hevra ne ku hevkariyên dualî li navbera xwe de xurt û bihêztir bikin. Li vê pêxemê de hevkarî li navbera organên pêwendîdar ên her du aliyan li warên ragihandin, wesandina daxuyaniyên hevbes li ser bûyer û guhertinên siyasî ên girîng û karê hevbes bona eskerekirina siyasetên dijî gelî ên rejîma Komara Îslamî, yan her bizavek medenî û siyasî, bi awayekî jêhatî gavên piratîkî jêre bavêjin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Komeleya Soresgerên Zehmetkes ên Kurdistana Îranê

Sekreterê Gistî Mistefa Hicrî

Sekreterê Gistî Ebdula Muhtedî

Gelawêja 1391’a Rojî

Tebaxa 2011’an a Zayînî

kurdistanmedia

Dengê Kurdistan

Back to top button