Nûçe

Ehmed Silêman: Divê heta 15ê cotmehê Peymana Hewlêrê bê bi cî anîn

Desteya Bilind a Kurdî dixwaze bi derengî ta 15ê cotmeha 2012ê pirsgirêkên li herêmên kurdî li Sûriyê çareser bike. Ew di hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê de gihan vê biryarê. Peyvdarê Desteya Bilind Ehmed Silêman di hevpeyvînekê de ligel bernameya ‘Kurdistana Rojava’ ya kanala Gelê Kurdistan de li ser sedemên ku Peymana Hewlêrê ta niha nehatiye bi cî kirin, gunehê Encûmena Nistimanî ya Kurdî di vê xalê de, parastina sînorê bi herêma Kurdistanê re û dahatûya leskerên kurd ji Sûriyê li Herêma Kurdistanê axivî. OnKurd hin pirs û bersivên di vê hevpeyvînê de diwesîne.

Gelê Kurdistan: Birê Ehmed, ev du rojên Desteya Bilind a Kurdî ne ku li Hewlêrê ye. Çi di ajendeya karê we de hebû?

Ehmed Silêman: Em li ser daxwaza Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine, da em li ser Peymana Hewlêrê rawestin. Herweha em hatine, da em binerin bê ta çi radeyê ev peyman hatiye bi cî anîn û çi kêmasî di karê me de heye. Em bi Dr. Fûad Hisên re civiyan. Ev du roj in em bi xwe jî wek Desteya Bilind li ser wan xalan radiwestin ku bi rastî di parktîkê de bas nehatine bi cî kirin; li ser wan biryarên ku me berê stendibûn, lê heta vê demê pêk nehatibûn û di dema dawî de bûbûn ciyê nerazîbûn û nerehtiya xelkê me. Li hinek deveran hinek pirsgirêk jî çêbûn. Ew peyman bi xwe jî bûbû sedema nerehetiyê di nav miletê me de. Niha pistî ku civînê ne bi dawî hatin, em gihan hinek biryarên ku em wan xalên ku nehatine bi cî kirin, di demeke nêzîk de bi cî bînin. Me vê carê ji bo hertistî dem danî. Heta dema destnîsankirî divê ev xal bên bi cî kirin.

Gelê Kurdistan: Tê gotin ku heta 1.10.2012 divê ev xal bên bi cî anîn. Rast e gelo?

Ehmed Silêman: Hinek tist hene, divê heta 15ê vê mehê bi cî bên, hinek tistên din heta 1ê meha bê. Heta 15.10.2012 divê hertist bi cî bibe.

Gelê Kurdistan: Eger heta vê demê ev xal neyên bi cî kirin, dê çi bê kirin?

Ehmed Silêman: Ne ji aliyekî tenê ve ev mesele bi cî nebûye. Dibe ku li aliyekî girantir be, li aliyekî sarbûna pêkanînê bêtir be ji aliyê din. Hinek xal hene Encûmena Nistimanî berpirsyara nebicîanîna wan e, hinek xal hene Encûmena Gel a rojavayî Kurdistan berpirsyara nebicîanîna wan e. Hinek tist hene girêdayî ne bi derfetên me ve. Em wek Encûmena Nistimanî, me pêsî digot em encûmeneke siyasî ne ji bo nerîneke siyasî kar dikin. Niha li Sûriyê û li deverên Kurdan wilo lê hatiye ku tistek din dibe. Hinek tistên ku desthilatê destên xwe jê kisandine, ew tevde ketine hustê me: Em çawa xizmeta gelê xwe bikin, em çawa karibin parastina deverên xwe bikin, em çawa karibin pirsgirêkên xelkê çareser bikin. Ev li cem me wek Encûmena Nistimanî ya Kurdî tistine nû bûn. Encûmena Gel a Rojava di wî warî de hinek gav avêtibûn. Ew li gav li gor dîtinên wan bûn. Dibe ku dîtinên me û wan ne wekhev bin, ev yek di bicîkirinê de dibe sedema kêseyan. Hinek cî hene, dibe ku me hinek kadir danîbûn wir, lê ew kadir ne mûnasib bin ku wan ciyan bin. Ew bi xwe dibin asteng li pêsiya pêkanîna peymana me. Ev gavên li pêsiya me gelekî giring in, ew zêdeyî derfetên me, wek Encûmen an wek Desteya Bilind, ên ta niha ne. Lê me biryar da ku em berdewam bikin. Li pêsiya me tenê rêyek heye: çawa em bi zorê vê peymanê bi cî bikin. Ne gelek rê li pêsiya me hene ku em karibin bêjin: ev nebû, yek din. Ev nebe, vi rastî aloziyeke mezin, xerabiyeke mezin, tistin xerab wê rastî miletê me bên. Divê em, herdu alî, bi berpirsyarî û bi çavekî mezin lê vê peymanê binêrin, bê çawa em bikaribin wê bi cî bikin. Çimkî ew e berjewendiya miletê me, ew e ya ku miletê me diparêze, ew e ya ku wê me li Sûriyê bike xwedî maf û xwedî cî û xwedî rol.

Gelê Kurdistan: Eger hûn wek Desteya Bilind li bajarên kurdî nivîsgehên xwe vekin. Hingî Mala Gel a Encûmena Gel a rojavayî Kurdistanê û Encûmena Nistimanî dê bikevin bin desthilata we?

Ehmed Silêman: Ev yek ji pirsgirêkên me bû. Ew biryara ku Desteya Bilind distend, gelek caran li erdê ciyê xwe nedidît, ne li cem Encûmena Nistimanî û ne jî li cem Encûmena Gel a Rojavayî Kurdistanê. Emê ji aliyekî ve nivîsgehên xwe li Qamislo, Kobanî, Efrîn û Dêrikê û pistre li deverine din vekin. Ji aliyekî din ve emê odeyeke tedbîran vekin, ku divê dewama 24 seetan tê de hebe. Gelek tistên giring û pirsgirêk di nav xelkê de çêdibin, gelek tist mezin dibin ji ber em ne li ser hev in û wan di dema wan de çareser nakin.

Gelê Kurdistan: Pirsa parastina sînor jî pirseke giring e. We pirsa sînorê ligel Herêma Kurdistanê çawa nîqas kir?

Ehmed Silêman: Karûbarên li ser sînor ta niha tenê ji aliyekî ve tên mesandin. Em li ser axivîn bê çawa em bi hevre van karan bikin. Me biryara sazkirina du komîteyan stend: komîteyeke medenî ku serpiristiya herdu deverên çûn û hatin û derbasbûna sînor bike, û komîteyek ji bo parastina vî sînorî. Ev jî demek jê re hatiye destnîsan kirin ku têkeve tenfîzê. Eger ket tenfîzê, wê gelek pirsgirêkên di vî warî de çareser bibin.

Gelê Kurdistan: Gelo serbazên kurd ên ji artêsa sûrî cudabûyî yên li herêma Kurdistanê dê xwedî kîjan rol bin?

Ehmed Silêman: Wek biryara ku Herêmê stendiye û ji me re hat gotin, ew ji bo parastina sîvîl a bajaran tên amade kirin. Ta niha me negotiye ku pêwîstiya me bi van kesan heye ku vegerin. Serokatiya Herêmê got: Ev kes ên we ne, xortên we ne, serbazên we ne. Dema hûn, wek Desteya Bilind bixwazin, ewê vegerin. Ta niha me ev biryar nestendiye, çimkî pêwîstî peyda nebûye. Û eger pêwîstî peyda nebe jî, ji xwe ew xort û zarokên me ne û dema aramî peyda bû, ewê vegerin malên xwe.

Dengê Kurdistan

Back to top button