Nûçe

Peyama pîrozbahiya PSKê bi boneya bi dawî hatina 15emîn Kongreya PDK Îranê

Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, bi boneya serkeftî bi dawî hatina 15emîn Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ peyameke pîrozbahiyê sand.

Peyama Sekreterê Gistî yê PSKê bi vî awayî ye;

Bo Hêja Mîstefa Hîcrî Sekreterê Gistî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Hêja Mîstefa Hîcrî,

Ez bi navê hemû endam û alîgirên Partiya xwe, pîrozbayî lî we û hemû nunerên Kongre dikim bi boneya serketina Kongreya 15.

Her usa pîrozbayiya xwe pêskesî cenabê te dikim bona hilbijartina we bo Sekreterê Gistî û hevalên din yên Endamên Komîta Navendi ya nû.

Ez pistrast im Mistefa Hîcrî ya tekoser ligel heval û hevrêyên xwe yên xebatkar, xebata azadî û demokrasiya Kurdistana Îranê ber bi pês dibin.

Serketina we dixwazim.

5ê Çiriya Pêsîn a 2012
Mesud Tek
Sekreterê Gistî

Dengê Kurdistan

Back to top button