Nûçe

Merasima 28 Saliya Mirina Cîgerxwîn

Dema Nû-Dîhok

Di 22’ê meha Cotmeha sala 2012’an da, lî Dihokê, merasima 28. saliya mirina helbestvanê mezin Cîgerxwîn hat saz kirin. Di merasima da kurê mezin a Cîgerxwîn Kêyo Cîgerxwîn û Mamostayê Zankoya Dihokê Newzad Ebdulla gotar pêskes kirin. Babeta Kêyo Cîgerxwîn ‘Jiyan û Berhema Cîgerxwîn’, ya Newzat Ebdula jî ‘Ideoloiya Cîgerxwîn, Neteweperestî û Marksizm’ bû.

Gelek nivîskar, hunermend, xwendekar û mamostayên zankoyê besdarê merasimê bûn û bi pirs û pêskes kirina bîr û baweriya xwe va merasimê xemilandin.

Pêwîst e bê gotin merasim ji aliyê Yêkitiya Nivîskarên Kurdistan Liqa Dihokê va hatibû amade kirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button