Nûçe

Nameyek vekirî ji bo berêz Erdoxan Serokwezirê Tirkiyê

Îdo Babesêx Berpirsê Ofisa Kar û Barên Êzidi li Hewlêr û Rawejkarê Serokdewletê Iraq Mam Celal Talabani Di Kar û Bareen Êzidi da, li ser axaftina Erdogan derbareyê Êzidi, nameyeka vekiri ji bona Erdoxan belav kir. Îdo Babesêx di nama xwe da usa dibêje:

Cenabê Sorokweziranê Tirkiyê,

Ez kurdekî Êzidî me ji Iraqê. Min dest û darê welatê we sopandiye û min wesa bawer dikir, ku partiya we partiyekê miyanrew e, ne tundûtij e beramberê ol û bawerên dî. Belku gelek caran tê gotin, ku partiya we dibit model bo partiyên Islamî li deverê da. Velê diyar e ez û gelekên wek min sas bûn û diviya pirtir siyar bin.

Berêz Erdoxan,

Ez li Konferansê Navnetewî yê Êzidiyan li Amedê besdar bûm û pir sipasiya saredarên Amed û deverên din û her wesa siyasetmedarên deverê bi taybet berêz Ahmed Turk dikim û min wusa bawer dikir cenabê te û hikumeta we van saredariyan spas diket û daxwaza xalkê xwe biket, ku biratiya xwe ligel hemu ol û dînên Tirkiyê bi hêz û tund biket û dava ji Êzidiyên derveyê Tirkiye biket bizivirin welatê xwe. Ew camêrên Konferans girêdayin, ne gotine ’em Êzidî ne’, belku gotin ‘Êzidî birayên me ne û besekî girîng ji gelê Kurd û gele Tirkiyê bi gistî’. Velê diyar e cenabê te beravajî hat meydanê û eger rast e tu nizanî Êzidî kî ne ji te ra kêmasî ye û eger tu dizanî û vê olê kêm bikî dîsan ji tê ra kêmasî ye.

Cenabê Serokwezîr,

Bi sedan belku bi hezaran sal e Êzidî li Tirkiyê dijîn û heta destpêka çerxe borî Êzidî her ji Batman heta Qers û Wanê hebûn. Eger tu dîroka Êzidiyan li Tirkiyê bixwîni, dê zanî, ku bav û bapîrên we gelek zor û zilm li Êzidiyan kiriye. Li hezar salên borî da bi sedan hezar Êzidî hatin kustin û bi hezaran gund weran bûne û bi sedan keç û jin hatin revandin û exsîr kirin. Ji aliyekî din ve hêsta li sala 1601’ê waliyê Musul mirovekî Êzidî bûye û navê wî Mîrza Dasinî bû. Niha jî hinek Êzidî li Weransar, Mîdyad û Batman dijîn û hez nakin welatê xwe bi ci bihêlin.

Cenabê Serokwezîr,

Demokrasî bi dabin kirina mafên zoranî û piraniyê nayêt ci bi ci kirin, belku bi dabin kirina mafên kêmatiya têt naskirin. Neha zamanê gilobalîzmê ye, her kes û li her ci dikarit mafê xwe bixwazit û neha civata mirovatiyê ber bi demokrasî û mafên mirov û biratiya gelan diçit.

Hêvîdar im cenabê we pitir li ser mesela kêmnetew û kêmayina rawestîn û Tirkiyê ber bi tenahî û xwesiya ve bibin.

Îdo Babasêx

02.11. 12

Hewlêr

Dengê Kurdistan

Back to top button