Nûçe

PSK: Nasandina maf û azadiyên serekî bo Kurdan divê bê qeyd û sert bêne nasandin

PSK: Hikumeta AK Partî bi tenê nikare barê demokratîze kirina Tirkiyê hilde milê xwe û rê li ber çareser kirina pirsa Kurd veke

Komîta Navendî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di civina xwe dawî da behsa rewsa siyasiya navçeyê Rojhilata Navîn û bûyer û pêshatiyên herêmê kir û biryar daye, ku belavoka jêrî ji bona bir û rayê belav bike.

Ofisa Çapemeniyê.

Xebata gelên Rojhilata Navîn ya ji bo azadî û demokrasiyê bi alikariya proseya globalîzmê, ku bi ser dinyayê da girtiye, diktatorên navçeyê daye ber xwe, yeko yek diruxine û bi vî awayî statuya, ku bi gor berjewendiya emperyalîstan hatiye destnisan kirinê dilerizîne. Diktatorên herêmî guhê xwe nadine bangawazên bîrûrayê gistî ya demokrat û asitîxwaz û mafên mirov û azadiyan binpê dikin, bersingê proseya guhartinê digrin û bî vî awayî dibine sedema ruxandin û kavil bûna welatên xwe, dibine sedama kûrtir bûna nakokiya di nava gurup û pêkhatiyên civata xwe da.

Diktatorên navçeyî bi hemû kiryarên dij mirovî û siyasetên zordariyê ve nikarin pêsiya xebata gelên herêmê bigrin. Xebata gelên navçeyê, ku nexwazin rewsa heyî berdewam be û xwazyarê guhartin û demokrasiyê ne, bi gor zirufê her welatêk berdewam e û hêzên emparyalîst jî nikarin berê xebatên hanê destnisan bikin.

Partiya me, ku di destpêka heya îro pistgiriya xebata guhartin û demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn û Efriqayê Bakurê dike, carekî dînê komkujiya rejîma BAAS a Surî mehkum dîke û dubare pistgiriya xwe li xebata gelên Surî ji bona azadî û demokrasiyê radigihine.

Peshatiyên dawî nisan didin, ku ruxana rejîma BAAS nêzik dibe. Lê maxabin ligel nêzik bûna ruxana BAAS, nigeranî derbareyê ayendeya welatê Surî jî pirtir dibe. Ne yek bûna opozîsyon û hebûna bê baweriyê di nava gurup û pekhatiyên olî û netewî li Surî, ji sedemên nigeranî ne. PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan, pîstgirî li civînên ku ji bona yêkxistina opozîsyonê li paytexta Qatar û Marekesê hatine civandin û berhemên wan civînan dike. PSK daxwaz ji Yêkitiya Opozîyonên Surî dike, ku xwastekên Kurdên Rojavayê qebul bike û nehêle pas ruxana rejîm, pês ruxana BAASê rabigihine. Bi gor bîr baweriya me hesyariya tevgera azadiya Kurdistana Rojava di vî warê da rewa ye û em ji birayên xwe dixwazin, ku di vî warî da halwestên xwe bikine yek û nehêlin ku babeta hanê bibe sedema têkçûna yêkitî û kar û xebata Desteya bilind a Kurd.

Yek ji berhemên erênî yên xebata gelên Surî ev e, ku bi rêva birina hinek bajerokên Kurd ketine destê Kurdan. Ev yêka hanê giring e û pêyvendiya PKK-PYD ligel rejima BAAS û vekêsana hêzên rejîm ji hinek bajarên Kurd li ser lihevhatina PKK-PYD, girîngiya hanê kêm nake. Parastina azadiya hanê û veguhastina wê bo statuyeka netewî erkê hêzên welatparêzên Kurdên Rojava ye.

Divê hêzên welatparêz yên parçeyên dinê Kurdistanê, rêz li daxwaza birayên xwe Rojavayê bigrin û pistgiriya daxwaza wan yên hevbes bikin. Divê ji wan bixwazin, ku yêkitiya xwe biparêzin û halwesta xwe derbareyê hevkarî ligel opozîsyona Surî bikine yêk.

Em carekî dinê pistgiriya xwe li Pêymana Hewlêrê, ku di bin çavderiya Serokê Herêma Kurdistanê hatiye îmza kirin, radigihinin û ji birayên xwe yên Kurdên Rojava dixwazin, ku ji bona cî be cî kirina xalên Peymanê hewl bidin, kar û xebatê bikin.

PSK her usa daxwaz ji PKK-PYD dike, ku helwesta rêxistinên din, ku nexwazin birakujî destpê bike, bas bixwîne û bi hestyar be û dev jê xwe sepandinê berde û karên usa neke, ku dilê neyarên Kurdan sad bin.

Serokwezirê Irak Nurî Malîkî dixwaze bibe nunerê sovenîzma Ereb. Malîkî Destura Iraqê û peymanên siyasî yên ku di nava hêzên siyasiyên Iraqê hatine îmze kirin, bin pê dike û dixwaze diktatoriya xwe ava bike. Ku, ev yêka hanê yêk ji sedemên qirjbûna peyvendiya Bexdad û Hewlêrê ye.

Em jî wekî hemû hêzên asitîxwaz û demokrat dilxwes in ku, nakokiya Bexdad û Hewlêr negihistiye qonaxa ser û rewsa qirj hêdî hêdî aram dibe.

Nakokiya Bexdad-Hewlêr nakokiya Malîkî û Barzanî nine. Pirsa Pêsmerge, piska Herêma Kurdistan di budceya Iraqê, Qanuna Xaz û Neft, peymanên neftê, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê ligel sirketên neftê îmza kiriye, ci be ci nekirina xala 140 a Destura Iraqê sedemên nakokiya hanê ne. Ligel sedemên hanê, halwesta Hikumeta Navendî û Herêma Kurdistanê derheqa Surî jî ne yêk e, cuda ye. Malîkî pistgiriya rejîma BAAS dike, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî ne tenê pistgiriya xebata gelên Surî dike, her usa jî bona yêkitî û hevxebat û hevhalwesta opozîsyona Surî kar û xebat dike.

PSK, pistgiriya siyaseta Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê dike, ku ji bona parastina deskevtiyên netewî bi rêva dibe. PSK dilxwes e, ku hêzên welatparêzên Kurdistana Basur derheqa nakokiya dawî a Bexdad-Hewlêrê halwesta xwe kirin yek û ji wan dixwaze, ku halwesta hanê ji bona cîgir bûna demokrasî û ci be ci kirina xalên Desturê li Iraqê biparêzin.

Hêzên welatparêz û demokratên Kurdistana Rojhilatê, di xebata dij-rejîma Îslamiya Îranê da hinek gavên giring û hêvîbexs ber bi pês avêtin û davêjin. Hêzên Kurdistana Rojhilatê bona pêswazî kirina proseya guhartinê, ku be guman wê rojeke bi ser Îranê da bigre, xwe amade dikin, him di nava xwe da him jî ligel opozîsyona Îranê hevkarî û yêkitiyê pêktînin.

Partiya me pistgiriya hewlên hanê yên hêzên Kurdistana Rojhilata dike û pistgiriya xwe Protokola Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) û Komelaya Zexmetkesên Soresger a Kurdistana Îranê radigihine û dostên xwe daxwaz dike, ku pirtir hewl bidin, daku rêxistinên dinê jî basdarê proseya hanê bibin.

PSK her usa pistgiriya halwesta HDKî dike, ku destpêsxerî kiriye ji bona destpê kirina diyalog ligel ‘hevalên cudabûyî’ û ji herdu alî daxwaz dike, ku hewl bidin daku destpêsxeriya hanê serkeve û berhemdar be.

Hikumeta AK Partî, pas hilbijartina 12’ê Xezîranê, qewlên xwe bi ci neanî. Ji proseya Yêkitiya Ewropa dur ket, gavên berçav ji bona demokratîze kirina Tirkiyê neavêt û di ‘dewrana hostatiya’ xwe da halwesta dewleta kemalîst nisan da û dide.

Hikumata AK Partî, ku digot ’em ji eskence xwes nabin’, di warê guhartin û demokrasiyê da ne tenê neçûye pês, her usa post û rutbe daye polêsên eskenceger, ku tawanê wan bi biryarên dadigeha Tirkiyê û Ewropa sabît bûye. Hikumeta AK Partî di warê pirsa Kurd da çu gavan neavêtiye, beravajiya wê ‘proseya vekirinê’ sekinand û di warê pirsa Kurd da halwesta dewleta kemalîst kire bingeha siyaseta xwe. Post û rutbe daye walî û berpirsên polêsan, ku destê wan di kustina Hrant Dînk da hebûn. Her usa yek ji qaziyan kire ‘Çavderê Bilind’ ku bi neheqî biryara tawanbar bûna Hrant Dînk dabûn. Hikumeta AK Partî ji bona destnisan kirina cinayetkarên qetlîema Roboskî jî, ne tenê tû tist nekir, her usa spasiya wan kir û wana parast. Hikumeta AK Partî lêborîn ji malbata qurbanên Roboskiyê nexwast, ‘me zirarê wan tazmîn kir, êdî ci dixwazin’ got û bi vî awayî qetlîamekê dinê xulqand. AK Partî ne tenê bona pêsî lê girtina ‘girtina KCK’ çu tist nekir, her usa operasyonên KCK berfirehtir bû û Hikumeta AK Partî dixwaze masuniyeta hinek nunerên Kurd ji destê wan bê standinê.

Hikumeta AK Partî, di serdema xostatiya’ xwe da ‘demokrasiya pêsketî’ wekî armancek danî bû pêsiya xwe, lê belê ne tenê çu gav ber bî pês neavêt, her usa dixwaze qada siyeseta legal teng bike. Serokwezîr wekî regezperestekî Tirk diaxive, derbareyê Alevî û gurubên din yên, ku ne musulman in, zimanê neyar bi kar tîne.

Di roja îro da xuya bû, ku Hikumeta AK Partî bi tenê nikare barê demokratîze kirina Tirkiyê hilde milê xwe û rê li ber çareser kirina pirsa Kurd veke. Erkê hanê bi serekî ya hêzên demokrat û asitixwaz û soresger û guhartinxwaz e. Ji bona vê yêkê jî erkê pêkanina hevkarî û hevxebatê di nava hêzên hanê da li pesiya me ye. Pêkanina hevkarî ji bona asitî, demokrakî û guhartinê, ku ne reformên AK partiyê mezin bike ne jî piçûk, zext li Hikumeta AK Partî bike, daku ber bî pês gavan bavêje, dibite sedema hendê ku ji vê binbestê xilas bin û proseya guhartinê, ku sekiniye ji nû ve destpê bike û bi hêz be.

Proseya globalîzm û tevgera guhartinê, ku bi ser navçeya Rojhilata Navîn da girtiye, erkê pêsxistina nirxên serdemî wekî asitî, demokrasî, mafên mirov û bi hêz kirina civaka sîvîl daye ber me. Em divê ji bona nirxên hanê li ser xebata legal û asitiyane pêgir bin.

Bûyer û pêshatiyên Tirkiyê û Kurdistana Bakur carekî dinê nisan dan, çalakiyên çekdarî yên PKK û ‘Stratejiya Serê Gel a Soresger’ ne tenê nebû alîkar ji bona demokratîze kirina Tirkiyê û çareser kirina pirsa Kurd bi rêka giftugoyê, her usa bûye asteng li ber rêka proseya demokrasî û asitiyê û bûye sedema bi hêz bûna mîlîtarîzmê. Ji bona vê yekê jî, bona aram kirina rewsa girjiyê û bona vekirina rêka diyalogê, berê her tistê divê ertesa Tirk operasyonê xwe rawestine, PKK bê qeyd û sert agirbes rabigihine.

Nasandina maf û azadiyên serekî bo Kurdan nabe bi ‘teror’ û ‘bi dawî hatina çalakiya PKK yên çekdar’ ve bê girêdan û divê bê qeyd û sert bêne nasandin.

Divê destura nû ya Tirkiyê, hebûna hemu gurup û pêkhatiyên Tirkiyê qebul bike, maf û azadiya wan bê qeyd û sert binase.

Kanuna Yekem a Sala 2012

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button