Salvegera 67-mîn ya Komara Kurdistan li Hewlêrê hat pîrozkirin

Dengê Azad/Hewlêr
Îro li Hewlêrê di avahiyê Wezareta Rewsenbîrî û Lawan di hola Pêsawa de, bi boneya 67emîn salroja damezrandina Komara Kurdistan li Mahabad merasîmek pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Merasîma pîrozbahiyê ku ji aliyê Nunertiya Hewlêrê yê Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê-HDKÎ ve hatibû amadekirin, bi amadebûna Sekreterê Gistî yê HDKÎ Mistefa Hîcrî, Endamên Deftera Siyasî yê HDKÎ Mihemed Nazif Qadirî û Rustem Cihangîrî, Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan-PDK Kemal Kerkukî, Sekreterê Gistî yê Yekgirtiya Îslamî a Kurdistan Mihemed Ferec, Nunerê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK yê li Hewlêrê Ararat Jînwar, Nunerê Celal Talabanî Îdo Babasêx, Nunerên Rêxistinên Malbendên Yekîtî Nistîmanî Kurdistan-YNK, Nunerê Pêwendiyên Navendî yê Hîzba Sûî ya Kurdistanê, Nunerê Komala Zehmetkêsên Soresger ên Kurdistana Îranê, Sînemxan Bedirxan û gelek rewsenbîr û hejmareke zêde ji xelkê Kurdistan û endam û qadirên HDKÎ besdar bûn.
Merasîm bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo giyanî sehîdên Kurdistanê destpêkir.
Pistî merasîma rêzgirtinê, Sekreterê Gistî yê HDKÎ Mistefa Hîcrî li ser damezrandin û taybetmendiyên Komara Kurdistanê axaftinek kir.
Rêzdar Mistefa Hîcrî di axaftina xwe de got; ‘Komara Kurdistan bi destê Pêsawa Qazî Mihemed hatiye ragihandin. Berî ragihandina Komara Kurdistanê jî di 25ê Gelawêjê de Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serokatiya Pêsawa hatiye ragihandin. Komara Kurdistan li jêr tesîra Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê de avabûye. Eger Hîzba Demokrat a Kurdistana Îranê nehatiba ragihandin, renge Komara Kurdistan bi sêweyeke din bireve biçûya. Hemû gelê Kurd xwûdanê 2ê Rêbendan in, bi vê mebestê jî pîrozbahiyê li hemû parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Kurdên Kurdistana Îranê dikim. Herçende temenê Komara Kurdistan ji salekî kêmtir jî bû, lêbelê di wê temenê xwe de bi siyaset û bernameya pêskewtinxwaz ya Komara Kurdistan hindî dewlemend û bi bereket bû Komara hemû Kurdan û ji her besên Kurdistanê xelkê amadehiya xwe dikirin ku bên xizmetê bikin û wefadariya xwe bo rabigihînin.’
Rêzdar Mistefa Hîcrî di besekî din yê axaftina xwe de weha got; ‘Avabûna Komara Kurdistanê pistî salên dûr û dirêj û hest bi mirovê pîleyê duwem dibîte hêvênê zindîbûna durustbûna hikûmraniya modern. Komara Kurdistan cewherê hewl û daxwaziyên siyasî bû. Ne ku aborî, kulturî yan jî ayînî. Ji ber hindê yê nabîte besek li milmilaneya ayînî û mezhebî. Belku netewe û desthilata netewe di rêya amrazên modern de di Komara Kurdistanê de cih girtiye. Rêberiya siyasî ya neteweyî di hel û mercên wê serdemê de bi xwendineke waqiî ya navdewletî û dabesbûna hêz li pêkhateya sîstema navdewletî de sûd jê wergirt û ev komare damezrand. Niha jî bi curek û formekî din pekhateya sîstema navdewletî aliyekî li Rojhilata Navîn guheriye û hêsta sikl û formekî sabit bi xwe ve negirtiye. Ewe jî bo me carekî din derfetek wek hîzb, ronakbîr û civata Kurd, em sûdê jê werbigirin. Li guherînên serdemî bi cihanîbûn û amrazên modern, bi teknolojiya, ragihandin û pêwendîgirtin bi gistî hêza nerm kelk werbigrin daku destkeftên neteweyî bihêztir û mezintir bibin. Ev e jî yek li ezmûnên komarê ne bo me bicih mayîn.’
Pistî axaftina Sekreterê Gistî yê HDKÎ, peyama hevbes a rêxistinên ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê ji aliyê Serokê Yekîtiya Lawên Demokrat yên Kurdistana Îranê Fûad Xakîbegî ve hate xwendin. Wek tê zanîn di encamnameya 2emîn Konferansa Ciwanên Herçar Parçeyên Kurdistanê de 2ê Rêbendan wekî roja neteweyî hatibû qebûlkirin.
Merasîma pîrozbahiyê bi xwendina çend sirûd û ji aliyê Koma Estêre ve nimayîsekî folklorî bi dawî hat.
Dengê Kurdistan