Nûçe

Ziyareta Nunerayetîya Hukumeta Kurdistanê li Swiss

Komita Komkar Swiss di 05.02.2013`an da li kantona Bern li Swiss bi Nunerayetêya Hukumeta Kurdistanê ya Swiss ra hevdîtinek bi Dr. Fewzî Kadourî ra pêk anî.

Di hevdîtinê da li ser Newroza ku ji alîyê Komkar Swiss ve li Kantona Lozanê di 16.03.2013 da tê amadekirin û herweha li ser Enfall û komkijîya Helepçê hate axaftin.

Wekî tê zanîn îsal 25 salîya Enfall û komkujîya Helebçê ye. Komkar Swiss da zanîn ku ji bo bîranîn û ji bo ku Enfall û komkujîya Helebçê di qada navnetewî da bê nasîn hêzên Kurdistanî bi teybet li derveyê Welat bi hev ra kar û xebat bikin.

Dengê Kurdistan

Back to top button