Nûçe

Burkay: Pêwistî bi HAK-PARê heye

Li Amedê di 11ê Nîsanê de Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ê Brêz Kemal Burkay bi endamên Partiyê re civîn lidarxist.

Di civînê de Serokê Gistî yê HAK-PAR ê Brêz Kemal Burkay, di derheqê mesandina siyaseta pêserojê axifî û diyar kir ku divê her endameke partiyê ji îro û pêk ve bi hismendiyeke nû zêdetir xebat bike. Burkay diyar kir ku ger ku bi siyaseteke rast, xebateke bas bê kirin dê pêsketin û serkeftin jî pêkwerin.

Serokê Hak-Parê Kemal Burkay, li rexne û pêsniyarên endamên partiyê jî guhdar kir û li ser diroka Kurdan besdaran agahdar kir. Burkay, di axaftina xwe de anî ziman ku ew, wek sexsî û partî, dijî partiyên dinê bi awayekî rikberî tevnagerin û ciyê ku xebat û siyaseteke bas destpê bike dê pistgirî bidinê.

Burkay, diyar kir ku her rêxistineke li gor pêwistiyan tê avakirin û HAK-PAR jî partiyeke bi vî rengi ye. Ger ku siyaset bikeve rêyeke normal ew dem girîngiya HAK-PARê jî bêtir derbikeve pês; ji ber vê yekê jî pêvajoya ku tê mesandin divê berdewam bike û her kes bi awayekî demokratîk bikaribe siyaseta xwe bimesîne.

Civîn pistî bersîv dayîna pirsên endaman gihist encam û xilas bû.

Amed-11 Nîsan

Dengê Kurdistan

Back to top button