Nûçe

Sêyemîn Konferansa Ciwanên Her Çar Parçeyên Kurdistanê bi dawî hat

Sêyemîn Konferansa Ciwanên Her Çar Parçeyên Kurdistanê ku duhî li Kampa Domîz a bajarê Dihokê destpêkiribû, îro bi belavkirina encamnameyeke 26 xalî ve bi dawî bû. Di encamnameyê de bo kongreya netewî pêsniyar hate kirin ku roja sehîdbûna Pêsawa Qazî Mihemed wek roja Sehîdên Kurdistanê bê diyarî kirin.

Dengê Azad/Dihok

Sêyemîn Konferansa Ciwanên Her Çar Parçeyên Kurdistanê ku bi amadebûna 250 endaman ku nunertiya 76 saziyên ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê dikin, duhî li kampa Domîz a bajarê Dihokê bi dirusmê yekgotariya neteweyî ya ciwanên Kurd, destpêkiribû, îro bi dawî bû.

Konferansa ku du roj domkir, li ser nêrîna ciwana ji bo soresa neteweyî ya Kurd û sedemên avanebûna dewleta Kurdî li gor nêrîna ciwanan, herwisa daxwaziyên ciwanan û baweriya neteweyiya wan û hewldan ji bo lidarxistina kongreya neteweyî nîqas hate kirin.

Pistî bidawîbûna konferansê ciwanan li ser encamnameyeke 27 xalî li hev hatin. Encamnameya Sêyemîn Konferansa Ciwanên Her Çar Parçeyên Kurdistanê ji van xalan pêk tê;

1- Em li hemû besên Kurdistanê pistgiriyê ji xebata neteweyî ya Kurd re dikin û parastin û hurmetgirtina ji biha û nirxên neteweyî wek erka ciwanên Kurd dibînin.

2- Bikaranîna têgehên weke basûr, bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê me di cihê navên welatên dagirkerê Kurdistanê de bi hewce dizanin.

3- Em daxwazê dikin kongreya neteweyî bê lidarxistin û di vê kongreyê de roja sehîdên Kurd were diyarîkirin, sêyemîn konferans pêsniyar dike ku roja sehîdbûna Pêsawa Qazî Mihemed weke roja Sehîdên Kurd bê diyarîkirin.

4- Karkirin ji bo bicihkirina yekgotariya li ser stratejiya diyarîkirina mafê çarenûsa netewa Kurd.

5- Pêsgirtin li tevlihevkirina dîrok û kultura Kurd û nasandina dîrok û kulturê li nifsa nû.

6- Kar û xebat ji bo avakirina jîngeheke tendurist di hemû waran de.

7- Kar û xebat ji bo pêkanîna civakekî mirovserdest li ser bingeha girêdayîbûna bi danezana cihanî ya mafên mirovan. Di heman demê de pêwîst e di her cihekî de ku mafê Kurdan hate binpêkirin, tevahiya ciwanên Kurd wê yekê sermezar bikin û di vî warî de yekhelwest bin.

8- Em pistgiriyê didin her cure kar û xebateke astîxwazane bi mercekê ku xizmetê bi mafên rewaya Kurdan li Bakurê Kurdistanê bike û gelê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe diyarî bike.

9- Pêwîst e serê birakujî bi tu awayî dubare nebe û heke her aliyek serekî wiha dubare bike hewce ye ku hemû aliyek vê yekê sermezar bike û pêsiyê jê bigire. Bi taybetî îro roj li rojavayê Kurdistanê.

10- Em pistgiriyê didin soresa Rojavayê Kurdistanê û em dijî her hewlekê ne ku bixwaze refên Kurdan ji hev veqetîne û em hêvîdar in Kurdên li Rojavayê di heremekê federal de bigihêjin mafên xwe.

11- Em li hemberî siyaseta bisaftina zimanê Kurdî radiwestin.

12- Em dixwazin ku navçeyên ku ji Herêma Kurdistanê veqetiyaye, dîsa li ser Herêma Kurdistanê vegerînin.

13- Em wan komkujiyên ku rejîma Esed dike, sermezar dikin û em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku li hemberî van binpêkiriyan bê deng nemînin.

14- Em wek ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê tevî pistgiriya xwe ji xebata tevahiya besên Kurdistanê dikin û em her hewlekê din ji bo xwepesandinê sermezar dikin.

15- Em hewl didin ji bo pêkanîna federasyoneke rêxistinên ciwanên Kurdistanê.

16- Em weke ciwanên Kurd li ser wê baweriyê ne ku madeyên hosber çekekî bi bandor e ji bo tunekirina bîra neteweyî û em li dijî wî bisekinin.

17- Em li dijî tundûtijiya ku li jinan tê kirin disekinin.

18- Pêwîst e hikumeta Herêma Basûrê Kurdistanê pirsgirêkên ciwanên besên din ên Kurdistanê ku li vê herêmê dijîn, çareser bike.

19- Konferansa ciwanên Kurd komkujiya Roboskî sermezar dike û daxwazê dike ku bikerên vê bûyerê bêne askerekirin û radestî dadgehê bê kirin.

20- Konferansa ciwanên Kurd dijî binpêkirina mafên wan nivîskar, rewsenbîr, hunermend û rojnamevanan e ku di warê îdeolojiyê de tên çewisandin.

21- Ji bo sûdwergirtina ji siyanên ciwanan pêwîst e ku di warên siyasî, civakî û îdarî de ew siyan bên bikaranîn.

22- Pêwîst e hikumeta Herêma Basûrê Kurdistanê hewleke mucîd bide ji bo ku mafên Feyliyan were bidestxistin.

23- Konferans daxwazê dike ku Kurdên derveyî welat ji bo daxwaziyên Kurdan têkosînê bikin.

24- Pêwîst e ku ciwanên Kurd xizmetê bi armancên neteweyiya xwe bikin.

25- Pêwîst e ku ciwanên Kurdistanê her sal bîranîna serhildana 12ê Adara Rojavayê Kurdistanê wek tevgera ciwanan bi bîr bîne.

26- Rêxîstinên ciwanên Rojhilata Kurdistanê di sala 2014an de dem û cihê konferansê dê diyarî bikin.

Dengê Kurdistan

Back to top button