Nûçe

Konsêra li bajarê Bottropê

Konsêra hozanên bi nav û deng, Mikail Aslan û Cemîl Koçgîrî ya ku Bottrpî hîvyê bûn di 05.05.2013 an da pêkhat.

Konsêrê bi axaftina mamoste Fettah Tîmar va dest pê kir. Tîmar ji pistî xêrhatinîya besdaran û hunermendan ra bal kisand ser polîtîkayên kemalîstan yên salên 20-38 an. Taybetî jî serhildana Qoçgîrîyê binxet kir û bal kisand ser daxwazên rêberên wê serhildanê yên netewî. Mamoste got: „Tistên ku li Qoçgîrî qewimîn destpêka komkujiyên ku li Gelyê Zilan, li Dersimê û ji pistî wê jî hatin mesandin bû’

Ji pistî van çend gotinan biryarên dewleta Tirk yêk ku 4ê meha gulanê hatibûn standin, hate sermezar kirin, ji ber ku ew roj wek destpêka komkujiya Dersimê tê nasîn.

Berî ku hunermend bêne ser dîkayê, hemû besdar ji bo rêz girtin û bîranîna hemû sehîdên kurdistanê, taybetî jî hemû qurbaniyên komkijiya Dersimê ji bo deqîqekê dawetî rawestandinê bûn.

Hunermendan cîhê xwe girtin û dest bi bernama xwe kirin. Lê ev konsêr ne konsêreke klasîk bû. Ji alîkî va hozan Mikail besdar bi kilamên xwe yên bi zaravê kirmackî û kurmancî va birim gelî û gavanên Dersimê gerandin, Koyê Dersim û çemê Munzur raxist ber çavan, ji alîyekî di va jî xortê Qoçgîriyê, Cemîl Qoçgîrî jî bi kilamên xwe yên di zaravê kurmancî da besdar birin li Qoçgîrî gerandin.

Me got ne konsêreke klasîk bû, rastî jî ne usa bû, ji ber ku mexseda hunermendan bi van rêzekonsêran va rasterast gel besdaran têkilî danîn kilam û berhemên (pirtûk, CD, Nota) xwe bi nêzîk va bidin nasîn, rexne û daxwazên besdaran guhdarî kirin bû. Ev jî gelekî bas hate cîbicî kirin.

Tembûrjenekî û helbestvanekî jî li ser dîkayê ciyê xwe girtibûn. Helbestvan Qember berhemên hunermendan dida nasîn, her usa helbesteka xwe jî peskêsî besdaran kir.

Tistekî balkês hebû, ku piraniya besdaran cîwan bûn.

Em dikarin bêjin bi bernama xwe ya sê saetan va, helbestvan Qember, hozan Mikail Aslan û Cemîl Qoçgîrî demeke bas pêskêsî besdaran kirin.

Hevaltî Bottrop

Dengê Kurdistan

Back to top button