Komciwan-Swêd Seyrangeha Xwe Li Darxist

Komciwan-Swêd weke hersal di vê mehê de seyrana kurdî ji bo malbatên endamên xwe li dardixistin.
Îsal jî di 8ê hezîrana 2013 an de, li heremeke paytexta Stockholmê-Fridhemsplanê kêleka derya ya “Mälaren’yê” konê Komciwanê ku alaya kurdî pêve daliqandî hate li darxistin.
Dê û bavê ciwan û zarakonên komciwanê bi girsayî nêzî heftê/heystê kesî, mezin û biçûk besdarî seyrangehê kirin.
Di seyrangehê de her malbatên amade, gostên xwe bi hevre girîl/birajtin pistre li ser sifrên mezin xwarina xwe xwarin.
Komciwan çalakîyên zarokan û pirselistik-pirs amade kiribûn. Grupa komelê ya herî biçûk bi reqsên xwe besdar bûn. Xortên ku kursa tembûrê dibînin wan jî bi hevre li tembûran xistin.
Ji saet yekê nîvro heta saet heftê êvarê endam û malbatên komciwanê hemû bi hevre govend gerandin û çalakîyên wersis/sporê û demekî xwes bi hevre derbas kirin.
Bi vê seyrangehê xebatên Komciwan hata payîzê dikeve tahtîlê/betlanê.
Dengê Kurdistan