Nûçe

Partiya Pêsveru Li Diyarbekirê Serdana HAK-PARê kir

Endamê mekteba siyasi ya Partiya Demoqrata Pêsveru Kurd li Suriyê Salah
Derwês tevi hevalên xwe Seyhmus Kaya û Varoj Tello ve di 16.06.2013an de, li Diyarbekir, serdana HAK-PARê kirin. Sanda Partiya Pêsveru ji aliyê Cigirê Serokê Gistîyê HAK-PARê Bayram Bozyel, Serokê Saxa Diyarbekir Vasif Kaharaman û rêvebirê partiyê Esref Çakan ve hatin pêswazîkirin.

Serokê sanda Partiya Pêsveru Salah Derwês, di hevdîtinê de li ser rewsa Suriyê sekinî û derbarê tevgera Kurd li Suriyê rêvebirê HAK-PARê agahdar kir. Rêzdar Salah Derwês di axaftina xwe da weha got: ‘Rewsa Suriyê her diçe xirabtir dibe. Xuyaye ne rejima Beas ne jî mixalefet dikare bi riya ser bigihîje armanca xwe. Hêzên navdewletî jî ji bilî kû pirsa Suriyê zutêr safî bikin, dixwazên him rejim û him jî opozisyon lawaz bibe, da kû daxwazên xwe hêsantir bi wan bidin qebûlkirin. Lê di encamê da pêwiste pirsa Suriyê ne bi riya ser, lê bi riya diyalogê were çareserkirin.’

Rêzdar Derwês axaftina xwe weha domand; ‘Em Kurd dixwazên bi yekîtî, bi metodên aqilane û bi riya diyalogê mafên xwe yên neteweyi bi destbixin. Divê maf û hebuna Kurdan di destura nu ya Suriyê de cihê xwe bigre. Divê Kurd wek yek ji pêkhatiyên Suriyê werên qebulkirin.’

Li ser navê HAK-PARê Bayram Bozyel jî xêrhatina mêvanan kir û weha got. ‘Em rewsa Suriyê ji seri heta nuha bi awayeke nêzîg disopînin. Her tim çav û guhên me li ser birayên me yên Suriyê ne û dilên me bu we ra ye. Belê, bi ser pirsa Suriyê safi nabe. Diyalog tenê riya çareseriyê ye. Ji bo vê, Konferansa Cenevreyê ya 2an dikare bibe firsendek. Lê li alî din em pêsiya Kurdan ronahi dibînin. Pistî rejima Beas kes nikare mafê Kurdan pêstguh bike. Hewceye Kurd di nava xwe da lihevhatîbin û bi tefaq tevbigerin. Ji hebuna hev re rêzbigirin û li gor Peymana Hewlêrê pêwendiyê xwe birêve bibin.’

Bozyel axaftina xwe weha bi dawi anî, ‘Azadiya Kurdên Suriyê muhim e, ji ber kû azadiya Kurdên Suriyê wê tesirek mezin li ser rewsa Kurdên Turkiyê û Iranê bike. Sedemê galegal û nerazîbuna van her du dewletan jî ev e. Em wek Partiya Maf û Azadiyan bi her awayi pistgiriya we û doza azadiya neteweya Kurd dikin.’

Hevdîtina kû qasek seet û nîv ajot, bi dawazên kû diyalog û hevkariya di nava her du partiyan de xurtir bibe bi dawî hat.

Dengê Kurdistan

Back to top button