Nûçe

Saxê Amedê ya HAK-PAR bi endamê Mekteba Siyasî ya PDPKS Selah Derwês re gotûbêjek çêkir

Saxê Amedê ya Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) bi endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Pêsverû ya Kurd li Sûriyê(PDPKS)Selah Derwês re gotûbêjek çêkir.

Li Amedê, di 18ê hezîranê de, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Pêsverû ya Kurd li Sûriyê(PDPKS) Selah Derwês, bi endam û rêvebirên Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê ra tecrubeyên soresa Rojava parvekir.

Selah Derwês, ji aliyê cîgirê Serokê Gistî Bayram Bozyel û endam û rêvebirên HAK-PARê ve hat pêswazî kirin.

Gotûbêja ku li avahiya HAK-PARê ya saxê Amedê de pêk hat, Derwês diyar kir ku Kurd, li Rojava dixwazin, bi rêbazên asîtiyane bigêhin maf û azadiyên xwe destxin. Statûyek nû saz bikin. Selah destnîsan kir ku, him di nav partiyên Kurdan de, him jî bi partiyên azadîxwaz re hevkarî, û yekîtî çêkirine.

Selah Derwês daxwaz kir ku, hemû partî û rêxistinên Kurd alikariya Sorese Rojava bikin, lê mudaxleyî siyaseta wan nekin.

Dengê Kurdistan

Back to top button