HAK-PAR: Bi dijayetî û ser tu qezenca civakê nabe

Beyana Dîwana Serokatîyê
Bi dijayetî û ser tu qezenca civakê nabe
Dîwana serokatîyê ya HAK-PARê li Enqerê di navenda Partîyê ya teze da civîya, bûyerên dawî yên der û hundur sirove kir û ev beyan ji bo raya gistî derxist.
Çawa di beyana Encumena Partîyê ya 2’yê Heziranê da jî hatibû gotin, ew bûyerên Parka Gezî yê Taksîmê ji bo parastina vê parkê û parastina dorber bû û çalakîyeke gelek li cî bû. Lê ji ber ku hêzên ewleyîyê dijî vê çalakîya astîyane helwesteke gelek tûnd û tîj nîsan dan û ew belav kirin, bûyer mezin bû û li gelek bajarên dinê jî xwepênîsandan çêbûn. Her usa jî, hin der û dorên ku ta ji destpêkê dijî AK Partiyê bûn û ne karîn di sindoqa hilbijartinê da zora wê bibin, lê bi rê-olaxên ne demokratîk li hilwesandina wê digerîyan, ev bûyer ji xwe ra wek firsend dîtin û hewl dan ku bi rîya çalakîyên kûçe û kolanan hukumetê biruxînin. Bona vê yekê, her çiqas Hukumetê demekî sunda sasîya xwe fêm kir û helwesta xwe guhart, got êdî ewê li vir Qisleya Topçî ya Osmanî û bazarxanekê ava nake, ango vê parkê betal neke jî, dîsa çalakîyên dijî Hukumetê nesekinîn.
Em weke Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) careke din eskere dikin ku, protestokirina hin kiryarên hukumetê û heq û azadî daxwazkirin heqê hemû himwelatîyan e û ew divê bikaribin ji bo van daxwazan çalakîyên astîyane bikin, bicivin û bimesin. Divê hukumet dijî çalakîyên han nebe asteng û zorê li wan neke. Lê her usa jî, çawa me di vê bûyerê da dît, dema Hukumet helwesteke nerm nîsan dide û ji daxwazên xelkê çalakvan ra dibêje erê, dîsa jî nesekinandina çalakîyên kûçe û kolanan bi vî awayî, xizmeta parastina dorber û kar û xebatên ji bo demokratîyê nake. Bi dijayetî û ser tu qezenca civakê nabe. Divê hukumet jî mixalefet jî bi berpirsîyarî hereket bikin. Divê em bikaribin pirs û kêseyên xwe bi rîya danustendinê çareser bikin, ger nebû raya gel bipirsin û gor wê bikin. Ger usa nebe û ser û pevçûn çêbe, hingê, çawa di dema borî da me gelek caran dît, evtist xizmeta doza azadî û demokratîyê nake, lê xizmeta hêzên zordest dike.
Divê em xelkê ji bo lîstik û dafikan hisyar bikin
Xem û tirsa me ew bû ku ew bûyerên vaye nêzî mehkî berdewam in, tesîreke xirab li ser pêvajoya çareserîya pirsa Kurd bikin. Mixabin ev yek pêk hat; van rojên dawî li çend cîyên Kurdistanê hin tistên prowokatîf qewimîn.
Tistekî gelek eyan bû ku hin alî ji sekinandina ser li Kurdistanê aciz bûn. Ewana midetekî nekarîn rola xwe yê xirab bilîzin, ji ber ku gel pistgirîyeke xurt da vê pêvajoyê. Lê me bas zani bû ku wana kemîn danîne û li benda firsendekê ne. Ew bûyerên prowokatîf ên vê dawîyê nîsana vê yekê ye. Ew kes û hêzên ku hêvî dikin ji bûyerên Gezî Parki derbeyeke eskerî derînin, nuha jî hewl didin Kurdan derînin kûçe û kolanan, tevlihevîyê mezin bikin, bona vê yekê bangî Kurdan dikin
Lê em wan gelek bas nasdikin. Ew bûn ku di dema borî da dijî hin gavên erênî yên AK Partîyê, wekî vekirina TRT-Ses, dersa zmanê dayikê ya du saatî li mekteban, vekirina besa zmanê Kurdî li hin zanîngehan bi tûndî derketin û naxwazin Destûra Bingehîn a 12 Îlonê bê guhartin Ewana hêz û kesên statûkoperest, sovîn û militarîst in ku derdê wan tucar ne azadî û demokratî ye. Ewana dema kawa xwe bi AK Partîyê ra davêjin, dixwazin wekî berî 12 Adar û 12 Îlonê rewsa welat ser û bin bikin. Bona vê yekê gazî Kurdan dikin ku ew jî dakevin kûçe û kolanan. Dema bikaribin vêcar jî vê lîstikê bi kar bînin û bi serkevin, hingê zirara herî mezin gelê Kurd û hêzen demokrat wê bibînin. Hingê pêvajoya çareserîya pirsa Kurd bi temamî bixitime û restorasyona sazîya fasî dest pê bike.
Ew bûyera dawî ku li Licê qewimî û esker xelk gulebaran kir, yek kes hate kustin û çend kes jî birîndar bûn, yek ji wan bûyerên provokatîf e. Divê hukumet rojkî berê vê bûyerê zelal bike û berpirsîyaran nisande.
Xelkê me, partiyên sîyasî, sazîyên sîwîl ên civakî û rewsenbîr jî divê vê lîstikê bibînin û pûç bikin. Li himber van bûyeran divê em bi ber bayê hêrsa xwe nekevin û sasiyan nekin, lê bi baqilî hereket bikin. Divê em xelkê xwe li himber van lîstik û dafikan hisyar bikin.
Divê hukumet xwe ji hin tistên piçûk û bê mane xilas bike
û vegere ser karê xwe yê esli,
ango çareseriya pirsa Kurd û pêsvebirina demokratîyê
Li alîyê din, ji bo ku ew ‘pêvajoya asitî û çareserîyê’ gor navê xwe bimese û bi asitî û çereserîyeke rastî temam be, divê projeyeke hukumetê hebe gor giranî û mezinahîya vê pirsê. Ango divê hukumet bi zalalî bide pês xwe, ka di dema nêzik, orte û dawî da çi gavan bavêje.
Bêdengbûn û devjêberdana sîlehên PKK tenê qonaxeke di vê pêvajoyê da û helbet mihîm e. Lê ew bi serê xwe ne çareserî ye ne jî asitî. Çareserîya rastî bi naskirina hemû heqên gelê Kurd û avakirina dewletê ji nu va li ser esasên federalî dibe. Helbet guhartineke usa mezin di yekcarê da û iro-sibe çênabe. Lê divê ber bi vê hedefa dawî ji nuha va gavên bawerîyê bêne avêtin. Wek nimûne, divê destûra teze dereng nemîne bê hazirkirin û tê da heqê perwerdebûnê bi zimanê dayîkê, nasnama Kurdî û sistemeke îdarî ya ne merkezî cîh bigre. Her usa, divê heq û daxwazên Elewîyan jî bêne naskirin,
Daxwazên Kurdan û Elewîyan her usa jî di raporên ‘mirovên zana’ (rispî) da cî digrin. Divê hukumet van raporan jî bide ber çav û dest pê bike hin gavên erênî bavêje, da ku bawerî bide gel.
Lê hukumet li cîyê ku van tistan bike, hewl dide Parkê Taksîmê rake û li wir Qisla Topçiyan û bazarxaneyekê (supermarket) ava bike; navê Pira 3. dike Yavuz Sultan Selîm Ku daxwezeke xelkê ji bo van tistan tune, serda jî xelk bi van kirinan gelek aciz dibe. Bi vê jî naminê, di demeke han da ku PKK sîlehan bêdeng dike û hêzên xwe dikisîne wî alî sînor, Hukumet zorê dide avakirina qeleqolan (qereqolên mezin). Ev yek bi ‘pêvajoya asitîyê’ ra li hev nayê û nisana bêbawerîyê ye. Bi destê kê çêbe jî, bûyera dawî ya Licê jî berhemê vê bêbawerîyê ye.
Ji bona vê yekê, çawa di beyana Encumena Partîya me ya 2’yê Heziranê da hatibû gotin, divê hukumet xwe ji hin tistên piçûk û bê mane xilas bike
û vegere ser karê xwe yê esli, ango çareseriya pirsa Kurd û pêsvebirina demokratîyê.
Divê PYD dev ji metodên zor û êrîsgerî berde
Diwana Serokatîya me careke din li ser bûyerên Kurdistana Rojava sekinî. Pir mixabin di vî parçeyî da pêvendîyên partî û rêxistinên Kurdan ne bas in û sedemê vê ji helwesta PYD ye. PYD demeke dirêj e ku di saya pêvendiyên xwe yên bi rejima Esad û hêza xwe ya eskerî, dixwaze rê nede kar û xebatên parti û rêxistinên dinê yên vî parçeyî, li wan teda dike û êrisî wan dike.
Li vê dawîyê, dîsa PYD hin kesên welatparêz girtibûn. Xelkê Amûdê ji bo serbest berdana wan derket kolanan, lê PYD êrisî wan û navenda PDKê kir, çend kes hatin kustin û gelek kes jî birîndar bûn.
Em van kirîyarên PYD gelek sas dibînin û protesto dikin. Ev kirinên hanê xizmeta doza gelê Kurd nakin, lê zirareke mezin didinê. Divê PYD êdî dest ji van kirîyarên sas berde. Ger usa bimese, Kurd nikarin di nav xwe da yekitîyekê pêk bînin û bigihîjin maf û azadîyên xwe li Sûrîya teze jî.
Em gazî hemû partî, sazî û rewsenbîrên Kurd dikin ku di vî warî da PYDê rexne bikin, bala wan bikisînin, da ku ew dev ji van kirinên sas berdin.
1 Tîrmeh- 2013
Dengê Kurdistan