Nûçe
Siyasetmedar û rewsenbirê kurd Felakedîn Kakeyî îro wefat kir

Siyasetmedar û rewsenbirê naskirî yê kurd Felakedîn Kakeyî îro li Hewlêrê wefat kir. Felakedîn Kakeyî bi dehsalan di nav xebata siyasî û rewsenbîrî ya Kurd de xizmet kirîye.
Kakeyî, di sala 1943’a de li Kerkûkê ji dayîk bûye û di xortaniya xwe de tev li karê siyasetê bûye.
Felakedîn Kakeyî di nav refên Partiya Demokrata Kurdistanê de siyaset dikir. Ew ji bo dewreke dirêj sêwirmendekî serokê Herêma Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî bû. Wî di hukumeta herêma Kurdistanê de dewrekê wek Wezîrê Kulturê karkir. Di demên dawîn de, bêtir bi karên nivîsandin û wesangeriyê gîro bû. Kakeyî li dû xwe gelek berhemên edebî û lêkolînên dîrokî hîstine.
Dengê Kurdistan