Nûçe

PSK: Dengê xwe dijî qetlîemen, ku li Rojavayê Kurdistanê diqewmin, bilind bike

Êrîsa neyarên azadiya Kurd destpê kiriye. Dijminên Kurd li Kurdistana Rojava qetlîam çêdikin.

Kurdên Rojava, ji serê navxweyî ya Suriyê istifade kirin û azadiya xwe bi dest xistin. Yek ji neyarên vê azadiyê Bereyê El Nusra ye, ku erîsê Kurdên Rojava kir, bi sedan jin û zarok, kal û pîr kust. El Nusra rêxistineka tundrew a Îslamî ye û bê asteng ji tixubên Tirkiye hat û çûyiya Suriyê dike. Dewleta Tirk jî di hemu waran da alîkarê vê rexistinê ye.

Heyamek e, li Suriye, di mizgevtan da, ku di bin qontrola îslamiyên tundrew in, fetvayê kustina Kurdan û destdirejiya jinên Kurd tê dayin, diji Kurdan banga cîhad tê kirin. Di van rojên dawî da grubeka Turkmen, ku besekê Ertesa Azad a Suriyê ye, dijî çekdarên PYD ser ragihand.

Usa xuya ye, ku neyarên azadiya Kurdên Rojava dest bi êrîseka hevbes kirine û bi sedan Kurdên sîvîl, jin û zarok kustine; dikujin.

Erkê hemû Kurdên welatparêz ev e, ku dijî vê êrîsa hovane bisekînin, dengê xwe bilind kin û destê xwe bidine hevdu, bi hevra pistgiriya birayên xwe Rojava bikin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan êrîsa hanê mehkum dike û banga hemu rêxistinên welatparêzên Kurd dike, ku bona pêsî lê girtina qetlîaman li Rojava, destê xwe bidine hevdu.

Dewlet û hikumeta Tirk, ku bona nehistine ser û tundûtijiyê bi Imrali ve ketiye têkiliyê, divê destê xwe ji kar û barên Rojava biksîne, bona Rojava statu destnisan neke, rêz li îrade û vîna Kurdên Rojava bigre, alîkariya gurubên tundrew a Îslamî neke.

PKK-PYD divê siyaseta yektayî, kêm girtina hêzên welatparêzên din berde û pêsiya hêzên çekdarên din yên Kurd negre, bê qeyd û sert xalên peymana Hewlerê ci bi ci bike, ji ber ku siyaseta hanê, bilî zirarê tu qezenca wî doza Kurd nîne.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan banga Rêxistina Konferansa Islamî û Liga Ereb û rêxîstîn û dezgeyên din yên navnetewî dike, ku dijî qetlîamên Rojava dengê bilind bikin, alîkarî û pistgiriya Kurdên rojava bikin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan, banga rêxistinên Kurd yên derwayê welat dike, ku bona agadar kirina bîrûrayê gistî û alîkarî û pistgiriya kurdên Rojava, bi hevra çalakiyên demokratîk û asîtiyane saz bikin.

04 Tebax 2013

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Dengê Kurdistan

Back to top button