67. Salvegera Partiya Demokrata Kurdistan hat pîroz kirin

Di 16’ê Tebaxê êvarê, Lî Hewlêrê, bi besdariya Serokê Hêrema Kurdistan Mesud Barzanî, berpirs û nunerên partiyên Kurd ji herçar parçeyên Kurdistanê, wezîran û endamên Parlamentoyên Kurdistanê, konsol û nunerên dewletên biyanî, 67. salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistan hat pîroz kirin.
Di merasîmê da bi navê PDK, Sekreterê Polît Büroya PDK Fazil Mîranî axaft. Mîranî di axaftina xwe da behsa demazrandina PDK û kar û xebata wî kir.
Pas axaftina Fazil Mîranî, sîrîniya salvegerê ji Serokê PDK Mesud Barzanî û endamên bi temenê PDK hat birin.
Çend stranbêjên Kurd jî bi stran û sirudan ve merasîmê xemilandin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK peyameka pîrozbayî sande Polît Büroya PDK.
Peyama PSK bi vî awayî ye:
Ji Bona Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan
Hevalên hêja û berketî,
Em ji bona 16’ê Abê, roja demazrandina Partiya we ya tekoser pîrozbayiya xwe pêskesê we û bi rêka we ve pêskesê hemu endam û alîgîrên Hizba we dikin.
Partiya Demokrata Kurdistan ne tenê yek ji bi tementirin partiyên Kurdistanê ye, her usa yek ji partiyên serekiya Kurdistana Basur e û keda we bi dest xistin û parastina deskevtiyên netewî li Kurdistana Basurê da, ku xwe di Parlamento û Hikumeta Herêma Kurdistanê da nisan dide, gelek e.
Em bi hestê germ û dostane ve 16’ê Abê pîroz dikin û temenek dirêj û serketinekê pirtir ji bona we dixwazin.
Pîroz be 16 Ab!
Berdewam be xebata PDK ji bona parastin û pêsve birin û kûrtir kirina deskevtiyên netewî li Kurdistana Basur!
15 Tebax 2015
Komita Navendî ya
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Dengê Kurdistan