12 Îlonê nayê ji bîr kirin

Îro salvegera derbeya eskerî û fasîst e ku di roja 12 Îlona 1980`yî de li Tirkiyê hate ser hukum.
Di ser vê roja res re 33 sal derbas bûn, lê encamên wê heta îro jî li Tirkiyê û Kurdistanê bandora xwe didomînin. Bi sala ye ku ew derbe tê rexnekirin, xirabiyên wê tên goftugokirin lê hîna jî berpirsên wê nehatine darizandin û cezakirin. Loma îro jî di rojevê de ciyekî giring digre, tê niqaskirin û mehkûmkirin.
Divê em 12 Îlonê ji bîr nekin, ji ber ku ew tofaneke mezin bû hate serê me. Gelek ji me hatin girtin û îskence kirin. Hinek ji me ji welat revîn bûn penaber li welatê xelkê, bi salan ne karîn vegerin welatê xwe. Hinek ji me bi salan di zindanên sazûmana fasîst da zulm û tedaya mezin dîtin. Heq û azadîyên heyî jî ji dest çûn, rêxistin û kovar hatin girtin, pirtûk hatin sewitandin. Gelek însanên me betalî û birçitî kisandin. Pistra jî bi destê vê sazûmana har û hov Kurdistan bû warê ser û sewatê, bi hezaran gund, bi dehan bajar hilwesîn, xelkê Kurd bi mîlyonan koçber bû, li kûçe kolanên bajarên mezin serpeze bû, bi dehhezaran însanê me hat kustin û ew rewsa me ya giran îro jî hîn berdewam e Herçend hukumeta nuha ji wesayeta eskerî cî teng kiriye û behsa hesabpirskirinê dike lê yasaya bingehîn ya cûntayê naguherîne, darizandina berpirsên cûntayê dereng dixîne.
Loma divê em vê roja hanê û kirinên cûnta fasîst ji bîr nekin. Ji bo paqiskirin û ji nû ve çêkirina yasayeke bingehîn a demokratîk ku tê de mafên kurdan û tirkan bi qasî hev cîh bigre, hewl bidin û bixebitin.
Dengê Kurdistan