Nûçe

Burkay: HAK-PAR Dengê Gel e

Mesa HAK-PARê iro li Wan û Tatwanê bû

Burkay: HAK-PAR Dengê Gel e

Mesa Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku 27ê mehê dest pê kiribû, Pistî Meletyê, Elazîzê, Dêrsimê, Qereqoçanê û Girîdaxê, îro giha Wan û Tatwanê.

Heyeta HAK-PARê bi otobosa Partiyê û çend otomobîlan îro sibê ji Girîdaxê bi rêket û dema nîvro giha bajarê Wanê. Konvoy bi marsa Partiyê, kilamên Kurdî û bi anonseke Kurdî û Tirkî kete bajêr. Di anonsê da usa dihate gotin:

Gelê me yê Wanê yê ezîz! Xwîsk û birayên delal! Ji we re merhaba!

Em wek Partiya Maf û Azadiyan îro bi heyetekê bajarê we ziyaret dikin. Serokê Partiya me Birêz Kemal Burkay jî bi me re ye. Silav ji we re!

HAK-PAR partiya azadî, asitî û demokratiyê ye.

HAK-PAR ji bo çareseriya pirsa Kurd federasyonê dixwaze.

Ji bo perwerde bi zimanê Kurdi HAK-PAR!

Ji bo azadî û asitîyê HAK-PAR!

Ji bo destûreke demokrat HAK-PAR!

Dem dema HAK-PARê ye!

Heyeta HAK-PARê di nava bajêr da ji bas û otomobîlên xwe peya bûn û mesîyan, beyana Partiyê ya bi Kurdî Tirkî li xelkê belav kirin. Xelkê bajêr ji wan ra eleqeyeke germ nîsan da. Pistra çûn navenda Partiyê û li wir bi heval hogir û mêvanan ra sohbet kirin.

Pistî nîvro heyeta HAK-PARê bi rêket û hat Tatwanê û li wir jî bi marsa Partiyê, bi stranên Kurdî û bi anonsên Kurdî û Tirkî ketin bajêr. Li nava Tatwanê peya bûn û mesîn, belavokên Partiyê belav kirin. Xelkê Tatwanê jî ji wan ra eleqeyeke germ nîsan da.

Heyet bi mes hat pêsîya buroya Partiyê. Li wir xelk kom bûbû û buroya Partiyê wê bihata vekirin. Serokê HAK-PARê yê gisti hilkisî ser otobosa Partiyê û axaftinek kir. Burkay di axaftina xwe de usa got:

‘Xelkê me yê Tatwanê yê ezîz! Ez gelek kêfxwes im ku îro tevî hevalên xwe li Tatwanê me. Ez berî sala 1980 gelek caran hatibûm Tatwanê, îro jî bo vekirina rêxistina HAK-PARê, besa Tatwanê li vir im.’

Burkay di axaftina xwe da behsa siyaseta partiya xwe kir û got bernama HAK-PARê ji bo çareseriya pirsa Kurd û pirsên dinê zelal e. HAK-PAR federasyonê dixwaze li ser esasê wekheviyê. Her usa jî demokratiyeke fireh dixwaze ji bo Tirkîyê û Kurdistanê. HAK-PAR mafê gel yên bingehîn diparêze. HAK-PAR dengê gel e.’

Burkay û hevalên xwe pistra çûn pêsiya buroya HAK-PARê, Burkay li wir hevalên ku ji bo vekirina rêxistina Tatwanê keda wan heye piroz kir û ji wan ra serkevtin xwast.

Heyeta HAK-PARê sibe jî mesa xwe ber bi Batman û Amedê wê bidomîne.

HAK-PAR; Navenda Nûçeyan

31 Çirîya Pêsîn, 2013

Dengê Kurdistan

Back to top button