Nûçe

PSK-CKDW: Divê beramber ajavegeriyê hisyar bin

Heyamek berê Cîvîna Koordinasyona Derweyê Welat (CKDW) a PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan cîviya, li ser rewsa siyasiya navçe, Tirkiyê û Kurdistanê gotubej kir. PSK-CKDW her usa giftugo li ser rewsa rêxistinên derweyê welat, kar û xebata sala çûyî kîr, ji bona xebata sala 2014 biryaran girt, endamên Komîta Derwayê Welat hilbijart û biryar da, ku belavokê jêrî ji bona bîrûrayê gistî were belav kirinê.

Bûyer û pêshatiyên navçeya Rojhilata Navîn, ku welatê me Kurdistan jî besekê vê herêmê ye, bi lez û bez diqewmin. Herwekî bûyerên Suriyê û Misirê nisan didin, dostên berê dijmin, dijminên kevn jî dibine dost.

PSK-CKDW, kudutayên leskeriyê, ku serokê Misirê ji postê xwe êxistiye û girtiye, mehkum dike û daxwaz dike, ku Mursî û hevalên wî herçî zûtir bêne azad kirinê.

Suriyê bûye qada ser û pevçûnên bereyên Sîa û Sunî û hevkarên wan. Serê navxweyiya Suriyê ne tenê dibite sedema vîran û kambax bûna vê welatî, her usa li herêmê metirsiya serê mezhebî mezintir dike.

PSK-CKDW, zilm û têdaya diktatoriya BAAS ya li ser gel û hêzên demokrasî, êrisên hovane yên îslamiyên tundrew li ser gelê Kurd li Kurdistana Rojava û kêmaniyên dînî yên Suriyê mehkum dike, carekî dinê pistgiriya xwe li hêzên demokratên Suriyê radigîne. PSK-CKDW ji dewletên Rojava û dezgeyên navnetewî daxwaz dike, ku dengê xwe dijî zilm û zordariya rejîma BAAS bilindtir bikin, pistgirê hêzên demokrat bin, ji bona demokratîze kirina Suriyê destpêsxer bin.

Li Kurdistana Rojavayê rewsek pêkhatiye, ku bo qezanca Kurdan e. PSK-CKDW pistgiriya rewsa hanê dike. Halwest û kiryarên PKK-PYD metirsî ye li ser rewsa hanê. Ji ber ku PKK-PYD bilî ji xwe tu hêz û rêxistin qebul nakin, nahêlin partiyên dinê kar û xebatê bikin. PSK-CKDW ji PKK-PYD daxwaz dike, ku dev jê vê siyasetê çewt berdin, êriis li ser rêxistinên dinê nekin. PSK-CKDW her usa daxwaz ji hêzên Kurdistana Rojava dike, ku ji bona parastin û peesve birina rewsa hanê destê xwe bidine hevdû û xalên Peymana Hewlerê ci bi ci bikin.

PSK-CKDW, êrîsa dawî ya PKK-PYD li ser Serokatiya Herêma Kurdistanê mehkum dike û dixwaze pirsgirêkan li ser bingeha Rapora Kurdistana rojava ya Komîsyonê, ku ji aliyê komîta Amadekar a Kongre Netewî pêkhatibû, were çareser kirinê.

Bi hilbijartina Ruhanî bo Serokkomariya Îranê, rewsa Îranê di warê navnetewî da piçek bas bûye. Lê belê rejîma Cumhuriyeta Îslamî ji vê rews û bê dengiya bîrûrayê gistî îstîfade dike û her roj bi dehan kes darve dike. PSK-CKDW carekî dinê pistgiriya xwe li xebata rêxistinên Rojhilata Kurdistanê bo azadî û demokrasiyê dike û ji rêxistinên Kurd yên derwayê welat dixwaze, ku ji bona pêsî lê girtina darvekirinê destê xwe bidine hevdu.

Encama hilbijartina Parlamentoyê li Kurdistana Basurê, di vê besê welatê me da asta demokrasiyê nisan dide. Serketiyê rasteqîn, pêvajoya demokrasî ye. PSK-CKDW carekî dinê ji ber serketina hanê pirozbayiya xwe pêskesê rêxistinên Kurdistana Basur dike û daxwaz dike, ku hikumeta dahatiya Kurdistana Basurê ji bona bastir kirina jiyana gel û parastina deskevtiyên netewî pirtir kar û xebatê bike.

PSK-CKDW daxwaz ji herdu alî dike, ku ji bona berdewamiya proseya diyaloga MIT-Imraliyê bi aqlê selîm tevbigerin û zimanê guncav bi kar bînin. Ji bona ku prose bigihe armanca xwe, divê bi sefafî were bi rêva birin û hikumeta AK Partî gavên demokratîk bavêje. PSK-CKDW bi halwesta ‘ne bes e, pirtir pêwist e’ pêswaziya paketa dawî ya hikumeta AK Partî dike û daxwaz dike, ku hikumeta Tirkiyê bona pêsva birina proseyê gavên din yên demokratîk bavêje.

Hikumeta AK Partî alîkarî û hêsankariya îslamiyên tundrew dike û tixubên Tirkiye-Suriyê ji bo wan vekiriye. Hikumeta AK Partî ne tenê hêsankariya hanê nisana Kurdan nake, her usa li ser tixuban diwar çêdike. Diwarên, ku li ser tixuba Nisêybin û Qamislo tê çêkirin, proseya MIT-Imrali dixe tengasiyê. Ji ber vê yêkê PSK-CKDW daxwaz ji AK Partî dike, ku dev jê alikariya îslamiyên tundrew berde, rêvabirina Kurdistana Rojava ji aliyê rêxistinên Kurdan ve qebul bike û bi wan ra peyvendiyên bas deyne.

Li Batmanê qirjî û aloziyê, ku bi kustina xortek pêkhatiye, nisan dide ku xêrnexwazên Kurd û dijminên proseya MIT-Imrali vala nasekinin. Ji bona ku rojên res yên derbasbûyî carekî dinê dubare nebin, divee herdu alii derbareyê ajavegeriyê hisyar bin, zimanê nerm û asitixwaz bi kar bînin. PSK-CKDW daxwaz ji hikumeta AK Partî dike, ku bûyerê hanê eskere bike û kujeran bigre û derxe pêsiya dadigehê.

Di zirufeka heyî da, ku bandora bûyer û peshatiyên her çar parçeyên welatê me li ser hevdu bi heztir bûye û girêdayî hevdu ne, Kongra Netewî ya Kurdistanê ji her demî pêwîstir e. Bala PSK-CKDW li ser kar û xebatê ye, ku li ser vê babatê li Hewlêrê têne kirin. PSK-CKDW, daxwaz PKK dike, ku halwesta xwe ya xwe sapandinê berde û Kongra Netewî ya Kurdistanê bi besdariya hemu partî û hêzên Kurdistanê ve bicive û besdaran li ser bingeha dadî û parastina keremeta partiyên Kurd were destnisan kirinê. Eger hewla Kongra Netewî sernekeve, PSK-CKDW daxwaz dike, ku bi besdariya hemu partiyên Kurdistanê û di bin serokatiya Serokatiya Herêma Kurdistanê konferansa partiyên Kurdistanê were civandinê.

Bandoreka xurt a xebata Kurdên diyaspora yên çandî, civakî û siyasî li ser xebata azadî û demokrasiya gelê Kurd li Kurdistanê heye. PSK-CKDW, ku vê rastiyê dizane, ji hêzên Kurd yên diyaspora dixwaze ku ji bona pêkanina lobiyeka Kurd destê xwe bidine hevdu. PSK-CKDW her usa ji xortên Kurd daxwaz dike, ku bi çalakî besdarê jiyana xebata siyasî ya her welatê bibin, ku têda dijin.

Bijî xebata azadî û demokratika gelê Kurdistan!

Ji bona xebat û lobiyeka xurt destê xwe bidine hevdu!

07 Mijdar 2013

Komîta derwayê ya

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button