Nûçe

Peyamên PSK ji KOMKAR Berlin û KOMKAR Hamburg ra

Peyam Ji bo 40 Saliya KOMKAR-Berlin

Ji bo Bi Rêvabirên Kurdistan Kultur und Hilfverein (KOMKAR-Berlin),

Hevalên berketî,

Dawetma we ya Pîrozkirina 40. Saliya KKH û 6’êmin Rojên Çanda Kurdî gihiste destê min. Ji bona hestên we ya nazîk gelek spas dikim. Lê belê, pir mixabin ji ber hinek sedeman ez nikarim besdarê merasîma usa girîng bibim.

Hevalên tekoser,

Ciyê KOMKAR-Berlin li ba Kurdan, ji ber kar û xebata xwe ya çandî, civakî li Elmanya û pistgiriya xurt li xebata azadiya gelê Kurd di seranserê Kurdistanê giring e û endam û rêvabirên rêxistina we ji ber vê yêkê çiqas serbilind bin jî hêsta kêm e.

Ez pistrast im, ku KOMKAR-Berlin wê bi hêztir bibe û bibe çepereka bi hêz di warê xebata civakî û çandî li diyasporayê û bibe endameka gelek xurt di lobiya kurdan li Elmanyayê Federal da.

Carekî dinê serketina we dixwazim, hêvîdar im merasima we bi gor dilê we be.

Bijî KOMKAR-Berlin!

13 Mijdar 2013

Mesud Tek
Sekreterê Gistî

——————————–

Peyam Ji Bo 35 Saliya KOMKAR-Hamburg

Ji bo Bi Rêvabirên KOMKAR-Hamburg

Hevalên berketî,

Dawetma we ya Pîrozkirina 35. Saliya damezrandina KOMKAR-Hamburg gihiste destê min. Gelek spas bona hestên we ya nazîk. Min gelek dixwast, ku di roja usa girîng da ligel we û hevalên xwe yên berê bim. Lê belê, pir mixabin ji ber hinek sedeman ez nikarim.

Hevalên hêja,

Endam û aligirên KOMKAR-Hamburg ji ber kar û xebata xwe ya çandî, civakî li Elmanya û pistgiriya xurt li xebata azadiya gelê Kurd di seranserê Kurdistanê, çiqas serbilind bin jî hêsta kêm e. Bi taybetî di warê parastina komelên KOMKAR li diji êrisên PKK da, KOMKAR-Hamburg mêranî û cangoriya bê hempa nîsan da, ku ez yekek ji sahidên vê rastiyê me.

Ez pistrast im, ku KOMKAR-HAMBURG wê bibe sengerekî xurttir di kar û xebata xwe ya çandî, civakî û pistgiriyê da û bibe endameka çalak di lobiya Kurd li diyasporayê.

Carekî dinê serketina we dixwazim, hêvîdar im merasima we bi gor dilê we be.

Bijî KOMKAR-Hamburg

13 Mijdar 2013
Mesud Tek
Sekreterê Gistî

Dengê Kurdistan

Back to top button