Nûçe

Peyama PSK Bo KOMCIWANê

Ji bo Bi Rêvabirên KOMCIWAN

Hevalên berketî,

Dawetma we ya pîrozkirina 25. Saliya damezrandina rêxistina we gihistiye min. Gelek spas dikim. Lê belê ji ber hinek sedeman ez nikarim di vê roja girîng da ligel we bim, ku ez ji ber vê pir berxwe ketim.

Hevalên hêja,

Divê endam û aligirên KOMCIWAN ji ber kar û xebata rêxistina xwe serbilind bin. Ji ber ku KOMCIWAN di warê hisyar kirina xortên Kurd yên diyaspora û pistgiriya xebata ciwanên welat kar û xebateka gelek hêja û qedirbilind kir û dike, ku em jî ji ber tekosina hanê ligel we serbilind in.

Ez pistrast im, ku KOMCIWAN wê bibe sergerekî xurttir ji bona xebata xortên Kurd yên dervayê welat.

Carekî dinê serketina we dixwazim, temeneka dirêj ji bo KOMCIWAN dixwazim.

Bijî KOMCIWAN

30 Mijdar 2013

Mesud Tek
Sekreterê Gistî

Dengê Kurdistan

Back to top button