Li Stockholmê 20 hezar kes li dijî nijadperestiyê kombûn

Dengê Kurdistan / Li paytextê Swêd Stockholmê 20 hezar kes, li dijî nijadperestîyê û dijminatîya biyanîyan kom bûn û xwepêsandaneke mezin pêk anîn.
Hefteya çûyî li taxeke Stockholmê li Kärrtorp dema bi qasî 300 kesî xwepêsandaneke astîyane kiribûn, Nazîstan êrisî wan kiribûn û du kes birîndar kiribûn. Ev êris di nav hefteyê da li gelek bajarên Swêdê hatibû protestokirin. Li Stockholmê jî, dîsa li eynî taxê xwepêsandaneke mezintir ji alî 17 rêxistinên civatî yên sîvîl ve hat organîzekirin. Di vê xwepêsandanê da 20 hezar kes besdarbûn.
Gelek kesên hunermend, zanyar û navdarên giring ên Swêdê destek û pistgirî dan çalakiyê. Kanalên televizyonan dîmenên çalakîyê zindî dan. Serokê partiya Sosyaldemokratan Stefan Lövfen, ne razîbûna xwe ya li ser zêdebûna nijadperestîyê û dijmintaya li dijî xerîban anî ziman û got ku ew bi kombûna evqas kesî di mîtîngê da gelek dilxwes e. Stranbêjan, komên muzîkê li meydana xwepêsandanê konserên kurt pêskês kirin. Çalakî, bêyî ku tu tevlîhevî û bûyerên nexwes pêk bên gîhîst dawîyê.
Dengê Kurdistan