Kar-xebata HAK-PARê ji bo hilbijartinê

Girê Sor (Sîwereg) û Ruha
Heyeta HAK-PARê îro (21ê çileyê Pasîn) bi riya Amedê derbazî Girê Sor (Sîweregê) bû. Heyet bi alî namzetê HAK-PARê ji bo serokatiya Saredariya Girê Sor Ali Tüysüz û hevalên wî, li nêzî bajêr hatin pêsiwazîkirin û bi konwoyeke dirêj ketin bajêr. Otobozê û rêzetomofîlan ji kûçe û kolanên bajêr tevî muzîka Kurdî û durujmên bi Kurdî-Tirkî derbaz bûn, li xelkê bajêr silav kirin.
Di anonsê da usa hate gotin:
‘Xelkê me yê hêja yê Girê Sorê, silav ji we re! Em wek heyeteke HAK-PARê li bajarê we ne. Serokê Gistî yê Partiya me Birêz Kemal Burkay jî bi me re ye. Em di hilbijartina herêmî da cî digrin. Namzetê me ji bo serokatiya Saredariya Girê Sor Birêz Alî Tüysüz e. Em li benda pistgiriya we ne.
‘HAK-PAR partiya azadî û asitiyê ye. HAK-PAR partiya demokrasî û guhartinê ye. HAK-PAR çareseriya pirsa Kurd li ser bingehê wekhevî dixwaze. HAK-PAR partiya we ye.’
Heyeta HAK-PARê li qiraxê bajêr mola da û pistra ber bi Ruhayê bi rê ket. Heyet ji nav bajarê Hilwanê jî bi mars û dirujmên HAK-PARê derbaz bû. Nêzî Ruhayê berpirs û namzetên HAK-PARê yên Ruhayê pêsiwaziya heyetê kirin. Namzetê ji bo Serokatiya saredariya mezin Sinan Bingol, namzetê Saredariya Karaköprü Bekir Isik jî di nav wan da bûn. Heyet ji nava Karaköprü û Ruhayê bi muzîka Kurdî û mars û durujmên partiyê derbaz bû û hat navenda partiyê. Li wir Serokê Gistî yê HAK-PARê bi Kurdî li ser kar-xebata partiya xwe ji bo hilbijartinê axaft û bersîva pirsên guhdaran da.
Heyet îsev li Ruhayê bimîne û sibê wê derbazî Entebê bibe.
21 Çileyê Pasîn 2014
Buroya Çapemenî ya HAK-PARê
Dengê Kurdistan