HAK-PAR: Kesên êrîsger bi xwe û bi gel ne bawer in

Ji bo raya gistî
Kesên êrîsger bi xwe û bi gel ne bawer in
Îro li bajarê Wanê di dema kar-xebata hilbijartinê da hevalên me tûsî êrisekê hatin bi destê hevalbendên BDPê.
Bûyer li dora saet 10 û nivan da li taxa Cewdetpasa qewimî. Serokê HAK-PARê yê Bajarê Wanê û namzetê Saredariya Îpekyolu Tayyip Kizilyildiz tevî hin hevalên dinê bi du trampêlan di kûçan da digeriyan, deng li xelkê dikirin û durujmên partiya me digotin. Komek hevalbendên BDP, ku li dor 50 kesî bûn, kevir avêtin trampêlên me. Hingê heval ji erebeyan peya bûn û bi wan ra qise kirin, gotin ‘Tistê hûn dikin eyb e û serm e.’ Lê yek ji wan êrisgeran ji pasve nêzik bû û kulmek avête Tayyip Kizilyildiz. Her usa, ji ber kevirên ku hatin avêtin di erebeyan da gelek xisar çêbûn.
Em vê êrisê bi xurtî sermezar dikin û hêvîdar in êrisên han cardin çênebin.
Partiyên BDP-HDP him li Rojavayê Tirkiyê, ci cîyên wek Çorlu û Aksarayê tûsî êrisan dibin û ji bona van êrisan partiyên dinê gunekar dikin, him jî li cîyên ku hêza wan têr dike bi destê hevalbendên wan êrisên hanê çêdibin. Divê ew rê nedin êrisên hanê û çavê xwe jê ra negrin.
Bingehê demokrasiyê pirdengî û hilbijartina gel e bi serbestî. Yên ku di dema hilbijartinê da metodên êrisger bi kar tînin bi xwe û bi gel ne bawer in. Yên ku ditirsin gel rastiyê hîn be usa dikin.
Divê kar-xebata hilbijartinê bi siklekî astiyane û demokratîk çêbe, da ku gel bikaribe raya xwe di sindoqê da bi siklekî rast nîsande. Dibe ku hin ali û hin kesên xirab rola xwe bilîzin, da ku pêsî li vê yekê bigrin. Lê em texmîn nakin ku herçî berpirsîyarên BDP xirabî bixwazin û pistgirîya van tistên sas bikin. Lê divê ew jî rola xwe bilîzin da ku rê nedin xirabiyên han. Divê li himber êrisgeriyên hevalbendên xwe helwesta xwe zelal bikin û êrisên han mehkûm bikin.
Kemal Burkay
Serokê Gistî yê HAK-PAR
8 Adar-2014
Dengê Kurdistan