Nûçe

PSK: Dengê xwe bide HAK-PARê

Partiya Sosyalîst a Kurdistan belavokek derxist û gel xwest, ku di hilbijartina herêmî de pistgiriya HAK-PARê bikin. Belavoka PSK bi vî awayî ye:

JI RAYA GISTÎ YA KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ RE

Hilbijartinên herêmî yên 30ê Adarê, di heyameke ku bûyêrên girîng ên siyasî û civakî diqewimin de wê pêk werin.

Hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê, ku di serî de pirsgirêka kurd û pirsgirêkên wê yên sereke yên di warên demokrasî, aborî û civakî de hene; ji bo ku dînamîkên civakî ên pêwistiya wan bi çareserkirina pirsgirêkan û guhartinan heye, birêxistin bibin û tevbigerin, ji bo ku di heremên xwe de derfetên desthilatdariyê bidestbixin û tevlî rêvebiriyên wan herêman bibin û ji bo ku bi komî zextan li desthilatdaran bikin, girîng in. Ji ber vê rastiyê ye ku rêvebiriyên herêmî li Kurdistanê vedigerin mewziyên girîng.

Helbet di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirêkên demokrasî û yên din ên sereke, ji avakirina komarê gihîstine roja me. Her çiqas ev yazdeh sal e ku AKP li Tirkiyeyê desthilatdar e û bi gotinên guhartin û demokrasiye biserketibe, hinek reforman pêk anîbe û di derbarê pirsgirêka kurd de hinek gavên erênî avêtibe jî, ew hêj dilxwazê çareseriyeke mayînde ya derbarê pirsgirêkên sereke yên vî welatî de, nîne.

Ev tistên ku di serê dawiyê yê bi cemaatê re pêkhatibû de rijiyan holê jî nîsan da ku sicîla AKPê ya derbarê bertîlstendin, karên bêqanûnî, parvekirina rantê û meylgirtina alîgirên xwe de pir jî paqij nîne. Heta mirov dikare bibêje ku ew, gav bi gav ber bi otorîterî û kevneperestiyê ve diçe û bi vê rewsa xwe tistekî ku AKP wehdî civakê bike nemaye. Ew, dixwaze statukoyekî biafirîne û û wê hilpesêre civakê.

Pir eskere ye ku partiyên muxalefetê yên ji bilî AKPê, wek CHP û MHP, bi hiskî xwe bi statukoyê ve girêdane û xwedî tu pêsniyareke derbarê guhartin, demokrasiyeke azadîxwaz û plûralîst, dadmendî û wekheviya civakî de nînin.

Li aliye din, li Kurdistanê siyaseta PKK/BDPê ku pistgiriya girseyeke mezin stendiye pey xwe; pirsgirêka kurd di serî de, pratîk û vîzyona wan a derbarê rêvebiriyên gistî û herêmî de biarîse ye. Ev siyaset, êdî pirsgirêka kurd wek pirsgirêkeke neteweyî nabîne, statuyeke wek dewleteke serbixwe an federal ku kurd bikaribin di bin siya wê de wek neteweyekî xwe li Kurdistanê îdarebikin, pêwîst nabînin û pir tabiiye ku pêsniyarên wan ên derbarê çareserkirinê de jî li ser entegrekirina kurdan a bi sazûmana heyî ve têne rêzkirin.

Êdî tê dîtin, ev saziyên ku civakên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi salan e pistgiriya wan kirine navnîsanên rast nînin. Ger wisa be, divê mirov mil bide navnîsanên polîtîk ên ku dikarin hesab bidin, plûralîst, besdar, sefaf in û pirsgirêkên vî welatî bi rasteqînî û sedemên wan ve destnîsan dikin, ji bo wan pirsgirêkan çareseriyên ku civak jî dipejirîne pêsniyardikin; ji dil û can pêbawer in ku demokrasî û azadî pêwistî û mafên hemû aliyên civakê ne;

Her çiqas partiya me, ji ber rewsa xwe ya heyî nikare raste rast tevlî hilbijartinên herêmî bibe jî ew girîngiyê dide vê hilbijartinê. Em, bang li gelê xwe dikin ku ji bo temsiliyeta gelê kurd li Tirkiyeyê û Kurdistanê di rêvebiriyên herêmî de pêk were û ji bo xizmetên ku pêwistiya hemû aliyên civakê pê heye bi bandêr û hêjayî bê pêskêskirin, tevbigerin.

Dil bixwaze jî hêzên welatparêz ên Kurdistanê, di vê hilbijartinê de jî nikaribûn li ser xalên xwedîlêderketina nîrx û berjewendiyên neteweyî alternatîfeke hevpar pêkbînin. Hewldanên di vî warî de mixabin negihîstin encamekî. Di vê rêwsê de partiyên heyî dê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinên herêmî.

Yek ji partiyên ku dê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinên herêmi HAK-PAR e. HAK-PAR, pirsgirêka kurd ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye, wek pirsgirêkeke neteweyî dibîne, ji bo çareseriyê pêsniyara federasyonê dike da ku kurd bikaribin li welatên xwe azad bijîn; têkosîna demokratik û astîxwaz dipejirîne û girîngiyê dide nîrxên plûralîst, azadîxwaz û demokratik. HAK-PAR ji ber van hêjayiyên xwe di vê hilbijartinê de pistgiriyê heq dike.

Em wek Partiya Sosyalîsta Kurdistan – PSK, bang li gelê kurd dikin ku di vê hilbijartinê de pistgiriya HAK-PARê bikin û hewl bidin da ku namzetên HAK-PARê yên welatparêz, pêsverû û azadîxwaz ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê hatine nisandan, di rêvebiriyên herêmî de bibin desthilatdar.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan – PSK

17.03.2014

Dengê Kurdistan

Back to top button