KOMKAR Almanya: Newroza we pîroz be!

Xusk û Birayên Delal,
Gelê Kurd, 2600 sal berî nuha di bin pêsengiya Soresgerê mezin Kawayê hesinker de li hember zilm û zordariya Dehaqê zalim serî hilda û azadiya xwe bi dest xist.
Bi vî awayî Gelê Kurd ji bin zilma Dehaq rizgar bu û dutira rojê ango 21ê Adarê dibe rojeke nû û destpêka buharê. Ji wê rojê û pêve 21ê Adarê ji bo kurdan roja cejnê ye ku navê NEWROZ lê hatiye danîn û ev 2600 sal e bi cosî tê pîrozkirin. Newroz, berxwedan e, azadî ye û destpêka rojên xwes e.
Gelê Kurd, di roja îroyîn de jî, ji bo bidestxistina azadiya xwe gelek bedêlên mezin daye. Nuha jî, ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe ya bi rê û olaxên demokratîk û siyasî têkosîna xwe didomîne.
Pêskeftin û guhertinên ku li dinyayê pêk tên, tesîra xwe li ser statukoyên Rojhilata Navîn jî danîye û firsend û derfetên dîrokî derxistiye pêsberê gelên bindest ku kurd jî di nav da ne. Ji bo ev firsenda zêrîn û dîrokî ji dest neyê revandin, divê hemû hêzên kurd bi sêweyeke asîtiyane nêzîkahî li vê guhertinê bikin.
Em ê wek KOMKAR, têkosîna xwe ji bo bidestxistina azadiyê bidomînin ku Gelê Kurd û Welatê me Azad be.
Hemû rojên we bila Newroz be!
Newroza we pîroz be!
Dr. med. Sükri Güler
KOMKAR / ALMANYA
Dengê Kurdistan