Cejna Newrozê li Kopenhagê bi cos derbas bû

Yilmaz Yildiz – Kopenhag
Cejna netewî a gelê kurd, Newroz, wek her sal îsal jî li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê bi girseyî û di nav govend û dîlanê de hat pîroz kirin û gelê kurd bi germayî Newroza xwe himbêz û pêswazî kir.
Kurdên li Danîmark jî wek her sal Newroza xwe bi germayî pêswazî kirin û bi girseyî û di nav kêf û sahîyê de pîroz kirin.
Di êvara 20. Adarê de li bajarê Kopenhagê li devera bi navê ‘Bellehaj Friluftsscene’ agirê Newrozê hat pêxistin û kurdan govend û dîland gerand. Ev çalakî ji alîyê Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) ve hatibû amade kirin.
Di roja 22.Adara 2014’an de jî bi amadekarîya FKKD’ê ve dîsan Cejna Newrozê hat li dar xistin. Newroz li taxa ‘Nørrebro’ li salona bi navê ‘Korsgadehallen’ hat pîroz kirin û girseyeke gelekî mezin ji hemû besên Kurdistanê û nas û dostên kurdan besdar bûn û Newroz pîroz kirin.
Bernameya Newrozê ji alîyê serokê KOMKAR-DK Serhad Amadî ve hat birêvebirin. Pistî bixêrhatin û pîrozkirina Newrozê li mêvanan û li gelê kurd, yek deqe rêzgirtin ji bo sêhîdên azadîyê û Kurdistanê hat girtin û sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ hat xwendin. Pistî vê yekê hin axaftin hatin kirin. Li ser navê FKKD du axaftin hatin pêskês kirin, yek bi zimanê kurdî ji alîyê serokê FKKD Adnan Agacan ve û yek jî bi zimanê danîmarkî ji alîyê Merzîye Xan ve. Endama kurd a parlamento ji partîya Sosyalîst a Gel (SF), Özlem Çekiç jî ji bo Newrozê hatibû vexwendin û axaftinek pêskês kir.
Serokê gistî ê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Birêz Mesut Tek jî peyamek pîrozbahîyê ji bo Newrozê sandibû. Serhad Amadi peyama serokê PSK’ê Birêz Mesut Tek xwend û silav û pîrozbahîyên wî gihandin besdarvanan.
Bernameya Newroza îsal gelekî dewlemend bû. Hûnermendên wek Hozan Fatê, Bilind Îbrahîm, Ereb Osman, Dilêr Germîyanî û Baha Sêxo hatibûn vexwendin û hemû jî bi hûnera xwe û bi deng û awazên xwe ên cur be cur rengek taybet dane sahîya Newrozê û besdar rakirin govend û dîlanê. Bilind Îbrahîm care yekem bû ku besdarî Newroza li Kopenhagê dibû. Ji ber wê yekê jî gava ku derket ser dîkê, qêrînek bi mêvanan ket û di nava çend sanîyeyan de ber dîkê tiji bû û dest bi kisandina sûretan kirin.
Gelek kêfa besdarvanan hat û bi gistî hemû besdarvan ji sahîya îsal zêde kêfxwes bûn û hest û spasîyên xwe anîn ziman.
Di salonê de Kurdistan TV û Kurdan TV (kanaleke kurdî ye li Kopenhagê) jî amade bûn û sahîya Newrozê dikisandin kamêrayê.
KOMKAR-DK û Tevgera Ciwanên Kurd (ji Rojavayê Kurdistanê) stand vekiribûn û pirtûk, al, rozêt û hwd. difirotin.
Newroza îsal bi sêweyekî gelekî serkeftî û bi rêk û pêk derbas bû. Girseyeke gelekî qelebalix besdar bû û salon bi cil û bergên kurdî û alên kurdî hatibû xemilandin û ji serî heta dawîyê govend û dîlan bû.
Sahîyê di seat 17.00’an de dest pê kir û heta derengî sevê jî berdewam kir.
23.03.2014
Not: Bi pêwana hatina cejna Newrozê, ez Newroza hemû Kurd û Kurdistanê pîroz dikim û hêvî û daxawaza min ewe ku ev Newroza îsal bibê cihê xwesî, azadî û serfirazîya hemû gelê kurd. Newroza we teva pîroz bê.
Dengê Kurdistan