Nûçe

HAK-PAR: Divê ji sasîyên berê ders bêne stendin

Ji bo raya gistî

Divê ji sasîyên berê ders bêne stendin

Hin bûyerên ku vê dawîyê li herêma Kurdistanê (Bakur) diqewimin gelek balkês in. PKK dest pêkir dîsa rêyan dibire, merivan direvîne. Çend roj berê li Lîcê êrisî ser malekê kirin, sê kes birîndar kirin. Duh jî (28ê Gulanê) serokê HÜDA-PARê yê bajarê Dîclê hat revandin.

Ji ber pêvajoya ‘çareseri û asitî’ nêzî salekî ye li herêmê sîleh bêdeng bûn. Ji hin hêzên tarî, ‘kûr’ û serxwaz pêve, gelê Kurd û Tirk ji vê yekê kêfxwes bû. Lê ev bûyerên dawî gelek xeterbar in, dikarin cardin rê vekin ji bo ser û xirabîyê.

Divê hemû hêzên welatparêz li himber bûyerên hanê hisyar bin û li himber van kirinên sas dengê xwe bidin bihîstin. Bûyerên salên berê ji me ra gelek eskere nîsan da ku tistên hanê xizmeta doza gelê Kurd nakin. Dibe ku li pist van bûyeran jî dîsa destên xirab hebin, ku dixwazin pêvajoya ‘çareserî û asitîyê’ têk bidin, cardin welat bikin nav ser û sewatê.

Kurdistan û gelê Kurd di warê sîyasî û civakî de pirrengî ye. Divê her rengê sîyasetê bikaribe xwe bi serbestî nîsan bide, kar û xebata xwe bike. Divê partîyên sîyasî û bîr bawerîyên cuda ji hebûna hevdu ra hurmet bikin. Her hêz û rêxistinek gor dîtin û raya xwe kar bike, ji gel ra rê nîsande. Xelk bi vî awayî rîya rast dibîne, azadî û asitî bi vî awayî pêk tê.

Divê ji sasîyên dema borî herkes û her rêxistinek dersan bistîne û sasîyan ducar neke.

Kemal Burkay
Serokê Gistî yê HAK-PAR

29 Gulan, 2014

Dengê Kurdistan

Back to top button