Nûçe

39emîn salvegera damezrandina YNKê hate pîrozkirin

Li Hewlêrê, 39emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nistîmanî a Kurdistanê-YNKê bi merasîmeke hate pîrozkirin.

Dengê Azad/Hewlêr

Duhî li Hewlêrê, bi besdariya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Cîgirê Sekreterê Gistî yê YNKê Berhem Salih, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê Mesûd Tek, sandeyek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ bi serokatiya Sekreterê Gistî yê PDKÎ Hesen Serefî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, sandeyek ji KCKê û aliyên siyasî yê Kurdistanî ve 39emîn salvegera damezrandina YNKê bi merasîmeke hate pîrozkirin.

Di merasîmê de her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Cîgirê Sekreterê Gistî yê YNKê Berhem Salih û bi navê partiyên Kurdistanî jî Heme Hecî Mehmûd li ser girîngiya YNKê axaftinek kirin.

Pêwîst e bê gotin; sandeya PSKê di merasîmê de nameya pîrozbahiya Komîteya Navendî a PSKê jî pêskês kirin. Nameya Komîteya Navendî a PSKê weha ye;

Bo Mekteba Siyasî ya Yekîtî Nistîmanî Kurdistan-YNK

Hevalên Tekoser,

salroja damezrandina Yekîtî Nistîmanî Kurdistan-YNK ku di sala 1975 û dijwartirîn zirûfê de hatiye damezrandin, pîroz dikin.

Yekîtî Nistîmanî Kurdistan-YNK, bi xebat û berxwedan a xwe îspat kiriye ku yek ji hêzên serekiyên Kurdistan a Basûr e û bidestanîna destkeftên netewî di vê besê Kurdistanê de roleka karîger leyîstiye.

Hevalên hêja,

Em pistrast in ku YNK, ji bo parastin û pêsvebirina destkeftên netewî li Herêma Kurdistanê bibe sergerek û kar û xebatekî serdemane bike.

Carekî din pîrozbahiya xwe pêskêsî we dikin, serketina we dixwazin.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Komîteya Navendî

03.06.2014

Dengê Kurdistan

Back to top button