KOMCIWAN di pêsangeha danasîna komelên zarok û ciwanan de

Ji roja 4-6 Gulanê 2014, pêsangehek ji boyî hemû rêkxiraw û komelên zarok û ciwanan li Almanyayê bi rêve çû, ku her 3 salan carekê li Berlîn tê sazdan. Ew wek mezintirîn pêsangeh li ser astê Almanyayê tê hejimartin, ku herweha babetên li dor zarok û ciwanan li xwe digire. Di heyama 3 rojan de, komeleyên cihêreng yên mezinan û herwesa gencan û zarokan kar, çalakî û bernameyên xwe tînin pêsberî amedebûyên fuarê.
KOMCIWAN wek tenha komela kurdan, bi standekî li gel rêkxirawên gencan yên penaberan û li bin banê djo-Deutsche Jugend in Europa’ besdarî vê pêsangehê bibû. Ji bilî danasîna komele û organîzasyonan herweha semînar û panelên vekirî jî di fuarê de cih girtibûn. Tê de sarezayên biwarê zarok û ciwanan, wezîr û siyasetvan amade bibûn, ku serdana standa KOMCIWANê jî kirin û ev bû cihê xweshalîya herdu layan.
KOMCIWAN karî di van rojan de gelek kesan û bi taybetî zarok û gencan li dor kar û xebatên xwe agahdar bike û bi bastirîn sêwe nûnertîya berjewendîyên zarok û gencên kurd hat encamdan. Hêjayî gotinê ye, ku derfet bo Narîn Doganê çêbû di çarçovê panelekî de bi serkomarê Almanyayê Joachim Gauck re rûne, bi wî re li ser karê ciwanan bipeyve û herwesa KOMCIWANê pê bide nasandin. Ji layekî dî ve, Evîn Koflî seroka berê ya KOMCIWAN-Almanyayê besdarî di semînarekî de. Ew li gel 2 komeleyên dî yên penaberên ciwan bi nûnereke Senata Berlînê ketin suhbetê û jê rê cardin tekez kir, ku MJSO Migrantenjugendselbstorganisationen – Rêkxistinên penaberên genc, ku xwe bi xwe organîze dikin’ divêt cidî bihên wergirtin, çimkî karê wan zor giring e ji civakê re. Ev curê rêkxirawan bispor in di karê bi ciwanan re û ji bilî vê bastir dikarin xwe bigihînin wan gencên bi pasxanek penabertîyê. Di vê suhbetê de 3 xwestekên van komeleyan hebûn: 1. Tevlîbûnek bihêztir ya komeleyên penaberan di lijne, deste û cihê biryarê de 2. Dabînkirina peran bo van komeleyan 3. Bihêztirkirina karê li dijî dîskrîmînasyonê bi besdarîya komeleyên MJSO’. Bi nîqasek germ û encamek berhemdar panel bi dawî hat.
Dengê Kurdistan