400 Mamosteyên Kurdî Bawername Wergirtin

Besa Ziman Û Zaravayên Zindî Ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê, xwendekarên xwe yên mamostetiya kurdî mezûn kirin. Di merasîma kumavêtinê de dîmenên rengîn çê bûn. Dengbêj Metîn Barlik û hunermenda navdar Gulîstan Perwer jî bi kilam û stranên xwe besdarî merasîmê bûn.
Besa Ziman û Zaravayên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê, 400 xwendekarên xwe yên îsal mezûn kirin.
Rektorê Zanîngehê Serdar Bedîî Omay, Alîkarê Rektor Dixtorê Profesor Qedrî Yildirim, Saredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Türk, Wezîrên Perwerdehî û Rewsenbîriyê yên Herêma Kurdistanê di serî de gelek kes besdarî merasîmê bûn.
Xwendekar û mamosteyên Kurdolojiyê kêfxwesiya xwe anîn zimên.
Pist re hemû besdar derketin ser dikê û xwendekaran kumên xwe avêtin. Dawiya programê de dengbêj Metîn Barlik, Miradî û hunermenda navdar Gulîstan Perwerê bi kilam û stranan guhdar cosandin.
Trt Nûçe
Dengê Kurdistan