Nûçe
Barzanî: Dem hatiye ku Kurd biryarê li ser paseroja xwe bidin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku niha dema wê hatiye hevwelatiyên Kurd biryarê li ser paseroja xwe bidin.
de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke ligel televizyona CNN a Amerîkî de got: ”Niha dema wê hatiye ku hevwelatiyên Herêma Kurdistanê biryarê li ser paseroja xwe bidin.”
Barzanî wiha axifî: ”Niha dema wê yekê hatiye ku hevwelatiyên Kurdistanê paseroja xwe diyar bikin û divê em jî biryara wan cîbicîh bikin.”
Hêjayê gotinê ye berî niha jî Serok Barzanî ragehandibû ku eger rews wiha here dê herin refarandûmê û wê demê hevwelatî biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Vê daxwiyaniya Barzanî jî di medya navxwe û cîhanî de deng veda.
BasNews (Hewlêr)
Dengê Kurdistan