Nûçe

Barzanî: Amade me ligel Pêsmerge çekê hilgirim

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro serdana bajarê Kerkûkê kir û ligel Hêzên Pêsmerge yên Kurdistanê û aliyên siyasî civiya.

Barzanî di civîna xwe ya ligel Hêzên Pêsmerge de got ‘Ez amade me ligel Hêzên Pêsmerge çekê hilgirim.” Barzanî herwiha got ‘Her dema ku Kerkûk vegeriya ser Herêma Kurdistanê, hûnê bibînin bê Kurd çiqasî comerd in.”

Hêjayê gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî niha ragehandibû ku Hêzên Pêsmerge ji wan navçeyan venakisin ku hêzên artêsa Iraqê jê reviyane û niha di bin kontrola Pêsmergeyan de ne.

Derbarê serdana Barzanî de, Fermandeyê Hêzên Pêsmerge yên Kurdistanê li Xaneqînê Mistefa Çawres jî got: ”Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo bajarê Kerkûkê pîroz e, ji ber Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û serdana brêz Barzanî pêngaveke dilxwesker e û pîrozbahiyê lê dikin.”

Herwiha di çarçoveya serdana xwe ya bajarê Kerkûkê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, yekem pêsmergeyê soresa nû ya Kurdan û Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir Fermandeyê Hêza Pêsmerge li Kerkûkê.

BasNews (Kerkûk)

Dengê Kurdistan

Back to top button