Nûçe

Di salvegera 25emin ya sehîdkirina Dr. Qasimlo de li Stockholmê xwepêsandan çêbû

STOCKHOLM/11 Tîrmeh 2014 -Îro li paytextê Swêd Stockholmê li meydana Sergelstorgyê xwepêsendanek ji hêla Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê ve hate li darxistin. Babetê xwe pêsendanê li ser terorkirina Sekreterê PDKÎ Dr.Abdulrahman Qasimlo û du hevalên xwe Abdulah Gaderî Azer û Fadil Resûl Fadil Resûl ku ji hêla rejima îslamî ya hovane li paytaxtê Awustirya Vîyanayê hatin qetilkirin.

Di pêsendanê de hat gotin ku di ser bûyerê re 25 sal derbas bûye lê heta ana sûcdarên vê bûyera ne mirovatî nehatine ber dadgehê. Hikumeta wê çaxê ya Awustoryayê û ya ana jî, xwe li ser vê bûyera ne mirovahî bêdeng histine. Divê hikumeta Vîyanyê vê bûyerê ne mirovatî derxin, heger dernexin ew jî dibin sûcdarê vê bûyera nemirovatîyê. Di xwepêsendanê de, hikumeta Îranê ya îslamî hate proteskirin û neletlêkirin.

Stockholm/Swêd
S.Omerî

Dengê Kurdistan

Back to top button