Li Kopenhagê ji bo serxwebûna Kurdistanê xwepêsandaneke bi girseyî hat lidarxistin

Bi amadekarîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) duh (12.07.2014) li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê xwepêsandaneke girseyî ji bo serxwebûna Kurdistanê pêk hat.
Ji tevaye welatê Danîmark û ji Basûrê Swêdê bi sedan kurd ji hemû perçên Kurdistanê li hev kom bûn û di bin ala Kurdistanê de û bi sîarên wek “Serxwebûn mafê kurda ye jî” bi dengekî bilind pistgirîya xwe ji bo helwesta sîyasî a Basûrê Kurdistanê û hewldanên ji bo serxwebûna Kurdistanê dîyar kirin.
Xwepêsandanê di seat 15.00’an de bi xwendina sirûda netewî “Ey Reqîb” dest bi bernameya xwe kir. Pistre jî li ser navê FKKD’ê axaftineke bi zimanê kurdî hat pêskês kirin. FKKD’ê di axaftina xwe de bi taybetî li ser rewsa dawî a li Iraq û Basûrê Kurdistanê û bi gistî jî li ser rewsa Rojhilata Navîn sekinî û pistgirîya xwe ji bo serokê Herêma Kurdistanê, parlamentoya Kurdistanê, Hikumeta Kurdistanê, Pêsmergeyên Kurdistanê û gelê kurd li Basûrê Kurdistanê anî ziman. Di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman û got:
“Em îro li vir ji bo armancekê û hêvîya sedsalan kombûna. Em ji bo wê xewn û hêvîya ku 200 sale gelê me ji bo wê bedêlên giran daye li hev kom bûne. Di dilê me hemûyan de jî yek tist heye. Ew jî serxwebûna welatê me Kurdistanê ye, azadî û rizgarkirina gelê me ê mêrxas ji bin zilma dijmin û neyarane….. Hêvî û xewna bi sedsalan êdî – herçiqas bi derengî ketibê jî – sewq û ronahîya azadîyê dayîye ser welatê me. Em îro ji bo xewna ku rastîya wê li Basûrê Kurdistanê nêzîk bûye li virin”.
FKKD’ê di berdewamîya axaftina xwe de herweha bal kisand ser rewsa nû a pistî hatina grûba terorîst a bi navê DAÎS’ê ji bo Îraqê û got ku êdî ne mumkune ku Iraq bibê weke Îraqa berê û bal kisand ser wê yekê ku sînorê Kurdistanê li gel Iraqa Federal tenê 15 km. mayîye, lê sînorê Kurdistanê li gel DAÎS’ê tam 1050 km. ye, ango bivê nevê Kurdistan ji Iraqê qut bûye û sedemên van hemû tistan jî ne kurdin, lê sedem hemû ji ber sîyaseta Malikî a fasil û dîktetorane ye.
Pistre jî axaftina FKKD’ê a bi zimanê danîmarkî hat xwendin ku tê de bal dikisand ser rewsa li Iraq û Basûrê Kurdistanê û metirsî û xeterîya DAÎS’ê li herêmê û li Rojhilata Navîn.
Xwepêsandanê bi axaftin, stran, sîar û helbestan berdewam kir û kurdan bi reng û xemla xwe a kurdî rengekî taybet dabû bajêrê Kopenhagê.
FKKD’ê li wir herweha gûlên sipî û sekir û bi sedan jî belavokên bi zimanê danîmarkî li nîstecîyên bajêr belav kirin û armanca xwepêsandanê ji wan re dîyar kirin.
Xwepêsandanê di seat 17.00’an de dîsan bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” bi dawî bû û besdarvanan jî bi dilekî ges berê xwe dan malên xwe. Tistê
Yilmaz Yildiz
Kopenhag
13.07.2014
Têbinî: Bi pêwana 25. salvegera sehîdkirina nemir Dr. Abdulrahman Qasimlo û rêhevalên wî di 13.07.1989’an de, ez wan hemûyan bi hurmet bibîr tînim, bejna xwe li ber yadê wan ditewînim û nefretê li rejima dîktetor a Îranê dibarînim û wan xwînmijan bi dijwarî mahkum û sermezar dikim. Dr. Qasimlo û rêhevalên xwe wê herdaîm di dilê gelê xwe de bijîn.
Dengê Kurdistan