Nûçe

PSK: Hilbijartina Serokkomarî Ne demokratîk e û Em Naçin Ser Sindoqa Dengdanê

Li Tirkiyê, di meha Tebaxê da hilbijartina serokkomarî tê kirin. Tenê partiyên, ku di Meclîsê da fraksiyonê wan hene, dikarin bo serokkomarî berendam nisan bidin, ku ev yêka hanê li gel demokrasiyê nagunce. Li Tirkiyê, bi salan ertes biryar dida, ku kî bibe serokkomar û ev yêka hanê jî hertim dibû sedema alozî û tevliheviyê û çu ferq û cudahiya wê ji sedê hilbijartinê, ku di sedî da 10 e, nîne. Ji ber ku di herdu hal jî asteng in li pesiya gel û ci be ci kirina vîn û îradeya gel.

Demokrasî rejîmekî usa ye, ku hemu pêkhateyên civakî, dînî û etnîkî di hel û mercê wekhev da rikeberiya hevdu dikin û besdarê bi rêvabirina welat dibin. Ev yêka hanê mercekî ji mercên demokrasiya pirrengî û pirdengî ye.

Diviya her partiyek, ku mafê besdar kirina hilbijartinê heye, bikariba ji bo serokkomarî berendam nisan bida an jî bi birhevkirina îmzayên pêwîst … Bi vî awayî pevajoya hilbijartina serokkomarî dihate demokratîze kirinê. Lê bêlê partiyên, ku di Meclîsa îro da fraksiyonê wan hene, gava berjewendiya wan da be, bê dudilî, bi gor Destura serdema 12 Îlona fasîstî kar dikin.

Îro ji bona serokkomariyê 3 berendam hene.

Bernameya rêk û pek ya li ser kesên giring yên welat ya her sê berandam nîne. Di dema borî di Meclîsê da partiyên siyasî, ku îro ji bona serokkomarî berendam nisan dane, ji bona guhartina Desturê ya serdema 12 Îlona fasîst kar nekirin uu divê çavrê nebin, ku berendaman di vê babatê da wê kar û xebatê bikin.

Pirsa Kurd pirsa herî girîng a Tirkiyê û Rojhilata Navîn e. Lê belê çû berendam di vî warê da xudanê halwesteka pêgir û zelal nîne.

Li Tirkiyê îro jî derheqa Aleviyan da siyaseta înkar kirin û cudahiyê tê bi rêva birin. Her roj çend jin tên kustinê û çend zahmetkês di bûyerên sixulê da canê xwe ji dest didin. Bi milyonan kes li jêr xeta birçitî dijin, di hel û mercekê gelek xirab da ne. Di warê demokrasiyê da Tirkiyê hêsta qonaxa navîn da ye. Ji bona çareser kirina pirsên hanê, bernameya rêk û pek a hersê berendaman nîne.

Ji bona vê yekê jî sedemeka maqul nîne, ku em dengê xwe bidine yek ji wan her sê berendaman.

bi gor bir û baweriya PSK, hilbijartina serokkomariyê ne demokratîk e û em vê yêkê mehkum dikin.

Em hoyeka maqul nabinin, ku dengê xwe bidine berendamên heyî, ku bernameya wan li ser çareser kirina pirsa Kurd û pirsên din yên girîngên Tirkiyê. nîne.

Ji bona vê yekê jî em naçin li ser sindoqa dengdayinê.

02 Tebax 2014

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Dengê Kurdistan

Back to top button