Nûçe

Mezûnên Besa Zimanê Kurdî: Hukumet sozê xwe bi cî nayne

Komek ji mamosteyên zimanê kurdî li ser navê 2000 hevalên xwe yên mezûnbûyî, li ber Zanîngeha Artukluyê kombûn û daxuyanî dan. Mamosteyên ku li Mêrdînê di Enstîtuya Zimanên Zindî de besa kurdî qedandine li bendê ne ku hukumeta AKP tayîna wan derxe. Lê rayedar heta niha tu dengî ji xwe naynin, mîna ku sozê xwe ji bîr kirine.

Di kombûna protestoyê de Mudurê Enstîtuyê Prof. Kadri YILDIRIM jî axivî û got ‘ ji me re, ji bo tayîna mamosteyên Kurdî soz hatibû dayîn. Divê rayedar sozê xwe bi cî bînin.” Yildirim got ku li ser soz û peymana serwer û rayedaran wan amadekariyên xwe bi cî anîne, 2000 mamoste hatin mezûnkirin, ji bo dersê pirtûk jî amadekirine, lê mamoste nayên tayînkirin. Prof. Yildirim pêkneanîna sozê xwe, wek nîsaneke munafiqîyê bi nav kir.

Mamosteyên Zimanê Kurdî maxdûriyeta xwe û daxwaza tayîna xwe anîn ziman.

Dengê Kurdistan

Back to top button