Nûçe

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê: ”Divê hevwelatî ji propagandeya dijmin bawer nekin”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku moralê wan hertim bilind be û ji propagandeyên dijminên gelê Kurdistanê bawer nekin.

Derbarê rewsa dawî de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxwiyaniyek da û daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku moralê wan bilind be û ji propagandeyên gelê Kurd û Kurdistanê bawer nekin.

Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: ”Niha ku Kurdistan ketiye ber êrîsa terorîstan û bi awayekî jî berevaniyê li xwe dike, pist bi Xwedayê mezin, hîmet û xweragiriya xelkê Kurdistanê û canfedayiya Pêsmergeyên qehreman dijmin û dilnexwaz tên sikandin û serkeftin bo gelê Kurdistanê ye.”

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê daxwaz ji hevwelatiyan kir ku moralê wan bilind be û xweragir bin. Daxwiyanî wiha berdewam dike: ”Li piraniya cepheyên ser derbeyên dijwar li çekdarên DAIS’ê hatine xistin û sikestine. Em hevwelatiyên birêz pistrast dikin ku dijmin lawaz e, bêhêz e û ew hêza wan niye ku gefê li bajarê Kurdistanê bixwin.”

Daxwiyaniya wezaretê wiha bi dawî dibe: ”Divê baweriya me hemûyan bi xwe, Hêzên Pêsmerge û Hêzên Asayîsa Kurdistanê hebe û kes guhê xwe nede propagande û serê derûnî yê dijmin û bêguman serkeftin gelekî nêzîk e.”

BasNews

Dengê Kurdistan

Back to top button