Nûçe

40 Saliya PSK Hat Pîroz Kirin

Dema Nû-Koln

Di evarê 30 Tebaxa sala 2014’an da, 40. Saliya Partiya Sosyalîst a Kurdistan, li bajarê Kolnê Elmanya, bi besdariya ronakbîr, siyasetmedar, nivîskar, nunerên partî û komelên Kurd, yên ku li Eyaleta NRW dijin û kar û xebat dikin, hat pîroz kirin.

Ahenga pîroz kirinê, ku ji aliyê Komîta Derveyê PSK hatibû amade kirin, di avahiya KOMKAR-Kolnê da bi rêva çû.

Aheng bi deqîqeyek bêdeng mayin ji bona yadê sehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir. Pasê Ziya Acar, ku yek ji demezrenerên PSK ye, axaft. Pas Ziya Acar nîvîskar û helbestvan Eskerê Boyîk qise kir.

Pasê wî bi dor peyama Partiya Pêsverû ji aliyê Kak Birusk Necar, peyama PDK ji aliyê Kak Zivêr, peyama KOMCÎWAN ji aliyê Ronas Karakas, peyama KMOJÎN ji aliyê Sîbel Aslan, peyama Kovara Nubihar ji aliyê Kak Abdullah ve hat pêskes kirin.

Sekreterê Gistî ya PSK Mesud Tek jî di ahengê da gotarek pêskes kir. Mesud Tek di gotara xwe da bi piranî behsa taybetmendiyên PSK, bûyerên Sengal û biryara legalîze kirina kar û xebata partiya xwe kir.

Pas pêskes kirina peyaman nîvîskar û siyasetmedar Mahmut Kilinç di axaftina xwe ya kurt da behsa rewsa Kurdistanê û hinek pesniyarên xwe kir.

Pewîst e bê gotin, ji ber keresata Sengalê besa sahî û govenda ahangê hatiyê betal kirin. Her usa bo besdaran xwarinên sivik, ku ji aliyên endamên KOMKAR-NRW û KOMJIN hatibû amade kirin, hat pêskes kirinê.

Dengê Kurdistan

Back to top button