Li Kopenhagenê sevek ji bo qurbanîyên Singalê hate lidarxistin

Yilmaz Yildiz / Kopenhag
Wek ku tê zanîn rêxistina terrorist a bi nave DAIS’ê di roja 03.08.2014’an de êrîsî herêma Singalê kiribû û Êzîdî di komkujîyan re derbas kiribû. Heta niha jî bajarê Singalê û gelek gundên Êzîdîyan di destê DAIS’ê de ne û metirsîya DAIS’ê li ser herêmê hê jî bi dawî nehatîye.
Pistî êrîsên DAIS’ê bi sedhezaran Êzîdî dev ji cih û warên xwe berdan û berên xwe dan herêmên wek Duhok û Zaxo û hwd. Herweha zêdeyî sedhezar Êzîdî jî li serê Çîyayê Singalê bi rojan bê nan û av mane asê û gelek kesan jî jîyana xwe ji dest dan. Bi sedan jî mirov hatin qetl kirin, ku gelek ji wan bi saxî hatin binax kirin. Bi sedan jî keç û jinên Êzîdî hatin revandin û li bazaran hatin/têne firotin. Vê gavê bi hezaran koçberên Êzîdî di Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ve derketine û muhtacî alîkarîyê ne.
Pistî vê karêsatê Civaka Êzîdî li Danîmark, ku Komela Kulturî a Êzîdîyan li Danîmark jî di nav de ye, ji bo çalakîyan komîteyek hevbes di nav xwe de damezirandin û ji bo ku alîkarîya qurbanîyên Singalê bikin bi pistgirîya komel û rêxistinên kurdî dest bi danheva alîkarîyê kirine.
Bi vê pêwanê di roja 31.08.2014’an de jî ji bo pistgirîya Singalê, vê komiteya hevbes bi pistgirîya çalakvana kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Soorat Jamshidi û hevjînê wê Jalal Salimi seveke bi xwarin û vexwarin lidarxistin. Seva ji bo pistgirîya Singalê li salona Laila Festlokale li taxa Valby’ê li bajarê Kopenhagenê hat lidarxistin. Sevê di seat 16.00’an de dest pê kir û heta seat 21.00’an berdewam kir. Girseyeke mezin ji kurdan û nas û dostan besdarî sevê bûn û pistgirîya xwe nîsan dan.
Bernameya sevê gelekî dewlemend bû. Sefîrê Îraqê û Ermenîstanê jî besdarî sevê bûn û pistgirîya xwe ji bo Êzîdîyan nîsan dan. Di sevê de herweha gelek kesan axaftin kirin, ku gelek ji wan jî sîyasetmedarên danîmarkî bûn. Hemûyan jî pistgirîya xwe ji bo Êzîdîyan û kurdan dan nîsan dan.
Serokê Federesyona Komelên Kurd li Danîmark Adnan Agacan jî axaftinek pêskês kir, karêsata hatî serê Êzîdîyan sermezar kir û pistgirîya xwe nîsan da. Herweha jî bal kisand ser rewsa Basûrê Kurdistanê û metirsîya DAIS’ê li ser herêmê.
Di sevê de Kurdistan TV, rojnameya Rudaw’ê, Anadolu Ajansi û li ser navê Dengê Kurdistan, Dengê Azad û Roja Welat jî xwedîyê van rêzikan amade bûn. Rojnamevanê Rudawê Deniz Berxwedan Serincî li ser gera xwe a di nav koçberên Êzîdî li Basûrê Kurdistanê agahî dan mêvanan û qala trajedîya Êzîdîyan kir. Hevpeyvînek ku li gel rojnamevanê Rudawê ê Êzîdî Bereket Îsa ku 7 rojan li serê Cîyayê Singalê mabû asê pêskêsî mêvanan kir. Di sevê de çend videklîp li ser karêsata Singalê û koçberîya Êzîdîyan hatin nîsandan û mêvan di nava hiznê de histin.
Sev ji destpêkê heta bi dawîyê ji alîyê herdu keçên kurd ên gênc Soorat Jamshidi û Besê Xelef ve hate birêvebirin.
Hunermend Fuat Talay û Cahit Ece jî bi çend stranan pistgirî dan sevê. Ji bilî wan jî grûbeke muzika danîmarkî pistgirî dane sevê.
Herçiqas ku sev ji bo armancekê hatibû lidarxistin û mêvan jî tev da di nava kul û kederan de bûn, komedîyan Omar Marzuk bi hatina xwe pistgirî da sevê û bi henek û laqirdîyên xwe hist ku hinkî rûyê mêvanan bikenê û hinkî xwe ji bîr bikin û êrîs bire ser fanatîkên îslamî û DAIS’ê. Omar Marzuk bi xwe erebê Misrê ye, lê li Danîmark mezîn bûye û gelekî bi nav û denge.
Sev bi gistî serkeftî derbas bû û hemû mêvan ji bername û rêveberîya sevê gelekî memnûn bûn.
02.09.2014
Dengê Kurdistan