Nûçe

Komîta hêzên Kurdistanî spasnameyek pêskêsî partîyên Danîmarkî kirin

Yilmaz Yildiz / Kopenhag
Berîya demekê 13 partî û rêxistinên kurdî ji her çar besên Kurdistanê di nav xwe de civîneke hevbes lidarxistin û li ser rewsa dawî a li Basûrê Kurdistanê û karêsata Singalê minaqese kirin û ji bo çalakîyên pêserojê hin biryar stendin.

Di dawîya civînê de komîteyeke hevbes ji 5 kesan hate damezirandin ku li ser navê partî û rêxistinên kurdî li Danîmark dest bi dayin û stendin û karê lobîyê bikê. Komîteya hevbes ji van kesan pêk tê: Sait Yolal (PDK), Said Soltanpoor (PDK-Iran), Yilmaz Yildiz (PSK), Yesna (YNK) û Adnan Axacan (Federesyona Komelên Kurd li Danîmark-FKKD).

Heta niha komîtê çend civîn pêk anîne û hin proje danîne pêsîya xwe ku karibin pistgirîyê ji bo Basûrê Kurdistanê peyda bikin. Heta vê gavê pêwendî li gel çendîn dem û dezgehên danîmarkî hatine danîn û ev kar hê jî berdewame.

Di xeleka van karên lobîyê de jî komîteya hevbes spasnameyek amede kirîye û dixwazê bi rêya vê nameyê û bi cîvînekê spasîya rêxistinên kurdî bigihînê partîyên sîyasî ên danîmarkî û hin sefaretan ji bo alîkarî û pistgirîya wan a ji bo Basûrê Kurdistanê.

Bi vê pêwanê duh (02.09.2014) Said Soltanpoor û Yilmaz Yildiz li ser navê komîteyê civînek li gel du endamên parlamento û berpirsên bilind ên Lîsta Yekîtîyê (Enhedslisten) Johanne Schmidt – Nielsen û Nikolaj Villumsen pêk anîn.

Komîteya kurd bi seweyekî germ ji alîyê berpirsên Enhedslisten ve hatin pêswazî kirin. Komîteyê jî pistî eskerekirina hatina xwe spasnameya partî û rêxistinên kurdî pêskêsî wan kir û dubare spasîyên kurdan gihandin wan ji bo alîkarî û pistgirîya partîya wan ji bo gelê kurd. Her du berpirsên Enhedslisten jî spasî û kêfxwesîya xwe ji bo spasnameyê anîn ziman û dîyar kirin ku ewên di alîkarî û pistgirîya xwe a ji bo kurdan de her berdewam bin.

Di civînê de li ser rewsa dawî a li Basûrê Kurdistanê hat minaqese kirin û her du alî jî di serê li dijî rêxistina terorîst a DAIS’ê de hem fikir bûn. Her du alîyan jî anîn ziman ku DAIS bûye xeterîyeke mezin ji bo kurdan, Rojhilata Navîn û tevaye mirovatîyê.

Berpirsên Enhedslisten herweha kêfxwesîya xwe jî anîn ziman ku hemû hêzên kurdî xeterîya DAIS’ê fêhm kirine û li gel hev serê DAIS’ê dikin.

Hejayî gotinê ye ku Jonanne Schmidt ‘ Nielsen û Nikolaj Villumsen dostên kurdane û ji nêz ve doza kurdan disopînin û pistgirîya kurdan dikin.

Civîn di nava atmosfêreke gelekî germ de û serkeftî derbas bû.

Komîteya hevbes wê di demeke nêz de spasnameyê bigihînê hemû partîyên din ên danîmarkî jî.

03.09.2014

Dengê Kurdistan

Back to top button