Peyama Barzanî derbarî Kobanê de

Serok Barzanî: Êrîsa terorîstên Da’îs ya li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê tehdîd e li ser hemû gelê Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrîsên çekdarên DAIS’ê ya li ser ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, dazanek belav kir. Gotara Serok Barzanî weha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Êrîsa dirindaneya terorîstên Da’îs ya li ser xusk û birayên me yên li Kobanê beseke ji wê nefret û dijminkariya terorîstan li dijî gelê Kurdistanê encam didin. Dirindaneyî û êrîsa terorîstên Da’îs ya li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê tehdîde li ser hemû gelê Kurdistanê û seref û keramet û man û nemana gelê me kiriye armanc.
Daxwaz ji hemû aliyên Kurdistaniyan dikim dev ji hemû nakokiyan berdin û bi pêkve bergiriyê li keramet û ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkeke li ser milê me hemûyan û li ser ruyê hemû erkekî dine.
Daxwaz ji civaka navdewletî jî dikim bi zûtirîn demî hemû rêwsuwênek li ber bigrin ji bo parastina Kobanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê ji destê terorîstan. Ji ber ku terorîstên Da’îs li her cîhek bin, dev ji tawan û karesatan bernadin û divê li her cîhek li wan bê dayîn û bêne têksikandin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19.09.2014
http://www.krp.org/
Dengê Kurdistan