Mesaja Kemal Burkay ya Cejna Qurbanê,

Mesaja Cejna Qurbanê:
Hêvîdar im ev agirê ku herêma me disewitîne, rojkî berê vemire
Azadî û asitî were welatê me jî
Cejna hemû mirovên dilpak pîroz be!
Vaye cejneke teze hat û em dîsa dilsikestî ne. Di rojên hanê da ku cejna qurbanê ye, Rojhilata Navîn û welatên Îslamî dikelin, bi taybetî Iraq û Sûrî bi ser û sewatê ketine.
Gelê me û Kurdistan li van herdu welatan jî bûye hedefê êrisên bê eman.
Gunehkarê vê rewsê bi taybeti hêzên împeryalist û kolonyalîst in û hevkarên wan ên herêmî, hukumdar û Emîrên bermayîyên dema navçe û diktatorên ku ji dema serê sar mane. Ew in, ku heyi û dewlemendiyên van welatan talan dikin û rê nadin azadî û asitiya van gel û welatan. Ew rêxistinên har û hov wek El Qaîde û ISÎD jî berhem û peyayê van kedxwar û zordestan in, bi destê wan hatine avakirin, da ku dijî hêzên azadîxwaz bi kar bên.
Va ye bi mehan e ku gund bajarên Kurdan di bin êrisa rêxistina terorîst DAÎS’ê da disewitin û wêran dibin, zarok û jin, kal û pîr tên kustin û bi sedhezaran ji gelê me koçber dibin, welatê xwe terk dikin, sefîl û perîsan dibin. Di rewseke han da miroj çawa dikare cejnan bi dilxwesî pîroz bike?..
Ev rewseke han e ku tu dibê aqil û vîcdan jî koç kiriye çûye; rik, kîn û xwînxwarî cîyê tistên bas girtiye
Di demeke han da gava behsa aqil û toleransê, behsa asitîyê bê kirin, dibe ku ev yek wek kar û xebateke vala bê xuyakirin
Ew hêzên egoist û durû ku hukumdarê dinyayê ne, ewên ku ji bo hêz û dewlemendî, bi çavbirçitî û êrisgerî li dinyayê hemû tistên delal, hêvî û daxwazên delal dikujin û me bêçare dihêlin
Di demeke han da dîsa jî divê em hêvîya xwe ji bo dahatûya mirovetiyê winda nekin.
Di demeke han da jî ez dîsa cejna wan kesan pîroz dikim, ew kesên ku azadîxwaz in, heq û azadiyên hemû kesan ra hurmetkar in û ji bo dinyayeke delal kar û xebat dikin…
Hêvî û daxwaz dikim ku ev agirê herêma me disewitîne rojkî berê vemire û azadî û asitî were welatê me jî.
Digel ewqas jan û êsan jî dîsa cejna mirovên xêrxwaz, asitîxwaz û azadîxwaz pîroz be!
Kemal Burkay
Serokê Partiya Maf û Azadiyan
3 Çirîya Pêsîn – 2014
Dengê Kurdistan