Nûçe
Nivîskar û parêzerê kurd Muharrem Erbey Xelata Tucholsky girt

Serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan -saxa Amedê- nivîskar û parêzerê kurd Muharrem Erbey xelata Tucholsky ya salê girt. PEN a Swêdî her sal vê xelatê dide nivîskar an jî wesangerekî ku lê zordestî tê kirin, tehdît kirin an jî ji welatê xwe hatîye dûrxistin.
Ev xelateke wêjeyê ye û li ser navê Tucholsky ji sala 1985`an ve tê dayîn. Heta nuha 3 nivîskarên kurd ev xelat girtine. Di sala 1988`an de Sêrko Bêkes (Kurdistana Basûr), sala 2000 Selîm Berakat (Kurdistana Surîyê) ev xelat girtibûn û ya îsal jî Muharrem Erbey. Erbey ji Kurdistana Bakur, ji Amedê ye. Wî îsal di meha adarê de ji PENA Norveçê jî xelatek bi navê ‘Azadîya raman û derbirrînê’ girtibû.
Dengê Kurdistan