Nûçe

Daxuyanîya Partîya Maf u Azadîyan a encûmenên Serokatîyê

Encumen a Serokatîya Partya me Roja 30.11.2014 an , li Amedê civinek çêkir u li ser buyer u rûdavên sîyasîyên dawî vê daxuyanîyê pêskêse bîr u raya gistî kir.

Pirsa Kurdî hêjî pirsa sereke a Turkîyê ye ku lazime bi lezgînî were çareser kirin.

Bi taybetî di van salên dawî de, buyerên Rojhilata Navîn ku her yek vegerîyaye rûdavên xwînawî didin nisan ku, bi vesartin u binpê kirin u dûrkirin; pirsgirekan ji holê ranake;berevacî ev yek dibe sedem ku pirsgirek mezintir bibin,dijwartir bibin.

Li Turkîyê nêzîkê 200 salane ku pirsa Kurd u Kurdistanê roj bi roj mezintir buye u hê jî negeyîstîye çareserîyek nûjen u dadwer. Xuyaye hetanî îro, ji bona çareserkirina vê meselê, piranî sêwazên dijwarîyê ku wek kevnesopîyek sîyasî a dewletê bun,hatin bikaranîn, bi vê rêyê çareserî çênebu.Lewraye ku divê Dewlet u hikûmet,jibo çareserîyek astîyane pesî ji hemu hemu rexên( terefên) Kurd veke u gavên cesur (wêrek) bavêje.

Pirsa Kurd U Kurdistanê ne tenê pirsa PKK’yê. Hewildanên di vî warî de bi zanîyarî tên kirin;lê bi vê yeke çareserîyek rasteqîn dernakeve. Em pêwendîyên di navbera PKK u MIT’e de, bixêr dibinin u jibo rawestandin u labirdina çekan,emê jî pistgirîya vê guftugoyê bikin.Bi raya me,çareserkirina pirsa Kurd,bi nasandina hemu heq u mafên netewî a miletê Kurd mimkune.Ev yek di federasyonek ku herdu gelan wekhev bibine de dikare pêk were.

Her wiha,kêfxwesîyeke ku ev qonax bi buyerên meha borî zede negirt u pêvajoya çareserîyê dawî lê nehat.

Lê, mixabin ku ezyetê gelê meyê ku îro di navbera dewlet u PKK’e de mayedi mihaserê de, roj bi roj zêdetir dibe. Esnaf nikarin deynê xwe bidin,gelek karmend ji sezayan bêzarin u karê xwe pêsda nabin u ji herêmê koçebar dibin.Dîmena ku dijwarî u sedadîyê dide xuyan, nisana xeterên mezine.

HAKPAR careke din radigêne ku siyasetên ji dijwarîyê hêz digrin,tu sûdek nadin tu kesî u tenê êsa mezintir dikin.Hikumet eger xwedîyê siyasetek ‘çareserî’ be divê rojek zutir birêve bibe, her wiha lazime PKK jî, dev ji çekan berde.

Di van rojên dawî de, peyam u jêderkên sefera ku serokwezir Ahmed Davutoglu ber bi Iraq u Basûrê Kurdistanê ve kir,wek hewildanên bas xuya dikin.

Xuyaye ku li himber bandura Îranê a li ser navçe, pisti çuyîna Malikî, pêwendîyên Iraq u Turkîyê bi hatina Haydar El Abadi ve kete rêya basîyê.

Sedem ku dewleta Turk dev ji ‘xetên sor’ ên xwe yê berê berdide u hevdîtinên xwesbîn bi herêma Kurdistanê u hikumeta Kurdistanê re datine,ev yek rêya cîrantîyek bas jî vedike lewra em ji vê yekê memnunin.Ev qonax jib o herdu alîyan jî gelek giringe.20 Kurdên ku îro li Turkîyê dijîn,ji van pêwendiyan qaîlin.Me dive ku Hikumeta Turk bi hemu Kurdên cîhanê re pêwendîyên sareza u dostane dayne u dev ji siyaseta xwe a berê berde.

Her wiha disa em,usluba birêz Davutoglu bas dipejirînin ku meselek wekî meseleyan Elewîyan ku yek ji pirsên sereke yên Turkîyê ye, xiste rojeva xwe u di derheqê tevkujîya Dersîmê de got: ‘li we zilim hatiye kirin, pir serme.’ Em hêvî dikin ku serokwezir jibo ku ji vê sermê rizgar bibin gavên bas bavêje.Divê rojek zutir daxwazîyên Dêrsîmîyan u yê Elewîyan bêne bersîvdan.

Divê neye jibîr kirin ku, HAKPAR ji hedefa xwe ya çareserkirina pirsa Kurd a bi sêweyek wekhev, dadwer , demokratik u sareza venagere u her wekî ku di felsefeya xwe a damezrandinê de eskere kirîye,tu wextî ji nirx u hejanên Kurdistanî cüda nabe. . 01.12.2014

Dengê Kurdistan

Back to top button