Nûçe

Karaseta Roboskî hat sermezarkirin

Esref Çakan/Amed

Li Amedê bi mebesta salvegera karaseta Roboskî, hat sermezarkirin.

Komaleya Çira ya Amedê bi mebesta 3emîn salvegera karaseta Roboskî ku 28ê Çileya Pêsin ya 2011an de qewîmî bû û tê de 34 welatiyên Kurd yên sîvîl jiyana xwe ji dest dabûn, hat sermezarkirin.

Endam û aligirên Komeleya Çandî û Hunerî ya Çira yê 27ê Çileya pêsîn li ber Momentê Roboskî yê bi daxûyaniyek bal kisandin ser wê karasetê ku heta nuha kiryarên wî nehatiye eskerekirin.

Besdaran beriya xwendina daxuyaniyê deqeyek ji bo yadê pakî wan kustiyan rêz hat girtin û qernefilan danin ber wê Momentê.

Daxuyaniya Kurdî Ji aliyê Rêvebirê Komelê Ciwan Aytaç ya Tirkî jî ji aliyê Sekreterê Rêveberiya Komelê Zafer Korkmaz ve hat xwendin.

Daxuyanî ya ku ser navê komelê hat xwendin tê da hat diyar kirin ku behsa dirêjayi ya wê pêvajoya karasetê kirin û da zanin ku ew eskereye ku ew welatiyên Kurd bi bombeyên balefirên çengê yên Tirkiyê hatine kustin lê heta nuha jî tu kiryarên wê buyerê nehatiye eskerekirin û darezandin.

Rêvebirên Komelê bang hemû raya gisti ya Kurd û Tirkiyeyê kir ku pey wê karasetê bernedin kiryarên wê bên darazandin û çezakirin devlet jî malbatên kurbaniyan û jî gelê Kurd liborînê bixwaze.

Wek tê zanin 28 meha 12 ya 2011 da di encama bombebarankirina balefirên çengê yê Tirk de 34 welatiyên Kurd jiyana xwe dest dabûn yek jî birindar xilas bûbûn.

Daxuyaniya Komeleya Çira ev e.

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GISTÎ RE

Di 28ê Çileya Pêsîn a 2011an de bûyereke ku wek karesat li dîroka mirovahiyê bête nivîsandin qewimî. Li ser ew kesên ku bi dehan salan e debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikin re bombe hatin barandin. Di karesata Roboskiyê de 34 kes hatin kustin.

Wê hingê çapemeniya desthilatdar ehlaqê rojnamegeriyê binpê kiribû; li himber karesatê 24 siet bêdeng mabû û bûyerê bi raya gistî re parve nekiribû. Her weha pistî sê rojan li rojavayê welêt pîrozbahiyên serê salê bi hemû sahî û cos hatibûn kirin.

Pistî karesata Roboskiyê serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdoganî ji malbatên ku cenazeyên zarokên wan li ser pista hêstiran hatibûn barkirin re; ‘Hêzên me yên leskerî bi dilsozî wezîfeyên xwe bi cih anîne, tu kêmasî û xeletî tuneye, tezmînat be me cirma xwe daye!’ gotibû û bi vî awayî xwedî li ew kesên karesatê pêk anîne derketibû û her weha dilê mexdûran histîbû. Çar sal derbas bû lê sedemên karesatê nehatine dîtin û nehatine darazandin. Komisyona ku li parlementoyê hat avakirin jî pistî xebatên xwe raportek wesand û di wê raportê de diyar kir ku tu kes û sazî ne sûcdar in. Bi vî awayî careke din dewlet ji vê karesatê hatibû pak kir. Rayedarên dewletê jî îstifa nekirin û lêborîna xwe nexwestin.

Pistî îlana komarê, li gel karesatên Zîlan, Dêrsim, 33 Gule, Newala Qesaban û bi birêvebiriya Rewsa Awarte bi hezaran kujarên qisasnediyar, nêzikî 4 milyon kesên ji cih û warên xwe hatin nefîkirin 4 hezar gundên hatibûn valakirin an jî sewitandin û çar sal berê jî bi Karesata Roboskiyê careke din rûpelên dîrokê bi xwîna gelê kurd hate nivîsandin.

Gelê me yê hêja, rojnamegerên rêzdar;

Rewsa civakî û aborî ya wî cihê ku karesat qewimî herkes pê dizane. Ew sînorên ku ji aliyê qurbaniyên Roboskiyê her roj hatine binpêkirin sînorên ku bi peymanên dewletên emperyalîst ve hatine çêkirin û her weha sînorên derewîn in. Her çiqas sînorek hatibe dayîn jî li wê herêmê pêywendiyên civakî û bazirganî her û her hebûne. Ji aliyek ve merivantî hatine dayîn ji aliyek ve jî ji bo debarê qaçaxçîtî hatiye kirin.

Dewlet ji roja pêsî de bi hebûna qaçaxçiyan, bi rê û rêgehên wan haydar e û her weha cih bi cih leskerên li ser sînor paya xwe ji wan digrin. Dîsa hatibû îdeakirin ku wê sevê ew zarok û xortên hatibûn qetilkirin ji aliyê leskeran ve berê wan ber bi cihê karesatê ve hatibû guhartin. Ev her du rews bi me dide zanîn ku karesat ji ber xeletiyeke îstixbaratî nehatiye kirin. Herweha di raportan de hatibû eskerekirin ku balafirên leskeri çar caran bombe bi ser qurbaniyan de barandine.

Xebatkarên çapemeniyê yên hêja

Dema ku ev bûyer qewimî bû ji bo çêkirina destûra bingehîn xebatên parlementoyê hebûn. Wê hingê ji bo çareserkirina doza kurdî me gotibû ev firsendek e. Lê mixabin ji bo çareseriyê tu reformên bingehîn nehatin kirin. Çend guhartinên erênî ku wê demê hatibûn çêkirin jî tê xwestin ku ji ber bûyerên Kobaniyê bên betalkirin û bi yasayên nû mirov xweziya xwe bi rojên Rewsa Awarte bîne.

Di vê roja ku derbarê karesata Roboskiyê de daxwaza dad û lêborîne dewam dike de bi navê ‘Pirosesa Çareseriyê’ serdemeke nû tê jiyîn. Em careke din dixwazin dubare bikin û bidin zanîn; pirsa herî mezin doza azadiya gelê kurd e. Çawa ku duh ev pirs bi red, înkar, zordestî, nefîkirin û tevkustinan çareser nebû wê îro jî bi siyaseta ‘Xetên sor yên dewletê’ çareser nebe û her biçe xedartir bibe. Divê dewlet ji vê rika xwe were xwarê. Çareseriya pirsê bi wekheviya her dû gelan mumkun e. Em dixwazin bidin zanîn ku wekhevî hebûya wê Roboskî tunebûya.

Divê ew kes û saziyên ku ji Roboskiyê re bûne sedem bên darazandin û cezakirin. Divê Dewlet ji malbatên qurbaniyan û ji gelê kurd lêborîna xwe bixwaze.

ÇIRA AMED KOMELEYA ÇAND Û HUNERÊ

Dengê Kurdistan

Back to top button