Peyama Fehmi DEMIR ji bo sala nû

SALA WE A NÛ PÎROZ BE
Gelê me yê hêja,
Em hatin dawîya saleke din jî. Bi hêvî u çehvnêrîyên nû,emê dest bi salek nû bikin.
Sala 2014′ a , tîrr u têr derbas bû. Di destpêka sala 2013’an bi helwesta çek berdana PKK’ê qonaxek nû bi navê ‘Pêvajoya Astî û Çareserîyê’ destpêkiribû, û ev yek hêvî u çehvnêrîyeke xurt peyda kiribu.Lê mixabin ku, ne çû serî û di cî de ma. Ev qonax hetanî îro jî, hê ne gehistîyê dawîyê. Me vî qonaxê dialog û hevdîtinê giring nirxand û me wek qonaxek birumet qebul kir. Her wiha me xwest ku serê çekdarî , dijwarî û sedadî kuta bibe. Lewra gelê Kurd, ji vê yekê tu feydeyek nabine.
Em hêvîdarin ku di sala nû de ev çehvnêrîn bibin encam û çek heta ebedîyetê werin seknandin. Rêya çareserkirina demokratîk û astîyane a pirsa Kurdî vebe û maf û berjewendîyên gelê Kurd ku hatine zeft kirin, werin dayîn.
Di sala borî de, partîyên di parlementoyê de soz dane Milet ku destûreke gistî ji nûve çêkin, lê hetanî îro bi gaf û gefan Milet mijul kirin, soza xwe neanîne cî, hêvîya gel ma di cî de.
Sala 2014’yan li navçeyê me jî bi pevçûyînan derbas bû. Li Surîyê serê navxweyî bi hemû sedadîya xwe ve dewam kir. Bi milyonan insan, neçar man, ji cîh û warê xwe, ji sitar û mala xwe bider ketin, koçebar bûn. Bi dehezaran kes hatin kustin. Li Sûrîyê îro jî ev serê navxweyî berdewam e.
Rêxistina terorê a bi navê DAÎS’e ( ISID) ji qeyrana ku di serê navxweyî a Surîyê de destpêkiribû, za û xurt bu. DAÎS îro ji bona gelê navçeyê bûye xeterek nû.
Rêxistina kevneperest DAÎS, li Basûrê Kurdistanê, herêma Sengalê, hêriseke hov û dijmorovî bire ser Kurdên Êzdî ku ev yek li navçeyê me, bu sedemê destpêka serdemek nû. DAÎS dest bi qetliama Kurdan kir. Bi pêsengîya hikumeta herêma Kurdistanê, û bi pistgirîya dewletên Ewrupî, li himber DAÎS’ê berxedanek leskerî destpêkir û serketinên mezin bidest xist. Ev serketin ji bo hemû cihanê bûne hêvîyek mezin. Li himber hêrîsên DAÎS’ê yên ji bo dagîrkirina Kobanîyê, cihan hevgirtinek pêt lidar xist, lewra li Surîyê jî, rê li pêvajoyek nû vekir.
Derbasbûna Pêsmergeyan a Kobanîyê, ji bo gelê Kurd jî, destpêka qonexek nû.
Gelêmeyê hêja,
Em bi van kêse û pirsan dest bi sala 2015’an dikin. Ez hêvîdarim ku di sala nû de, di rêya çareserkirina van pirs û kêseyan de, gavên berbipês werin avêtin.
Bi daxwaza astî, demokrasî û wekhevîyê, sala we a nû pîroz dikim.
30.12.2014
Fehmi DEMIR
Serokê Gistîyê
Partya Maf û Azadîyan
HAKPAR
………………………
HAK-PAR Genel Baskani Fehmi Demir’in yeni yil mesaji
Yeni yiliniz kutlu olsun!
Degerli halkimiz ,
Bir yilin daha sonuna geldik. Yeni umut ve beklentilerle yeni bir yila adim atiyoruz.
2014 yili büyük bir yogunluk içinde geçti. 2013 yilinda baslayan PKK’nin silah birakmasini amaçlayan ‘ Çözüm ve Baris Süreci’ yarattigi beklentilerle kaldi. Bugüne kadar bir sonuca ulasmadi. Bizler diyalog sürecine önem verdik. Kürt halkina bir yarari olmayan siddetin son bulmasini istedik. Umariz 2015 yilinda beklentilerin ötesine geçilir ve silahlar ebediyen gömülür. Kürt sorununun barisçi ve demokratik çözümünün yolu açilir. Kürt halkinin gasp edilen haklari iade edilir.
Parlamentoda yer alan partiler 2014’te yeni ve demokratik bir anayasa için topluma söz verdiler. Ancak, bugüne kadar yeni bir anayasa yapma konusunda bizleri sadece oyaladilar. Halkimizin beklentisini karsilamadilar.
2014 yili bölgemizde de çatismalarla geçti. Suriye’de iç savas tüm siddetiyle sürdü. Milyonlarca insan yerinden yurdundan göç etmek zorunda kaldi. On binlerce insan yasamini yitirdi.Suriye’de kanli iç savas devam ediyor.
Suriye’nin yasadigi iç savasin yarattigi kaostan dogup gelisen çagdisi ISID terör örgütü bölge halklari için yeni bir tehlike unsuru haline geldi.
Çagdisi ISID terör örgütünün Güney Kürdistan’in Sengal bölgesinde Êzidi Kürtlerine karsi insanlik disi bir saldiri baslatmasi ile bölgemiz yeni bir döneme girdi. ISID Kürt halkina karsi bir katliama giristi. Kürdistan Bölgesel Yönetiminin öncülügünde batili devletlerin destegi ile ISID’e karsi baslatilan askeri hareketin sagladigi basari tüm dünya için yeni bir umudun baslangici oldu. ISID’in Kobani’ye yönelik yaptigi saldirilara karsi dünya da takinilan ortak tutum Suriye’de de yeni bir sürece girilmesine yol açti.
Kobani’ye Pesmergenin geçmesi Kürt halki açisindan yeni bir dönemin baslangici oldu.
Degerli halkimiz!
2015 yilina bu sorunlarla giriyoruz. Yeni yilda sorunlarin çözümü yolunda ilerlemenin saglanmasi diliyorum.
Baris,demokrasi ve esitlik dilegi ile yeni yilinizin kutlu olmasini diliyorum. 30.12.2014
Fehmi DEMIR
Hak ve Özgürlükler Partisi
Genel Baskani
Dengê Kurdistan