Encûmena Serokatîya HAKPAR civîna xweya sala nu, li Enqerê pêk anî

JI BO RAYA GISTÎ U ÇAPEMENÎYÊ
Encûmena Serokatîya Partya Maf u Azadîyan ( HAKPAR), civîna xweya sala nu, roja 04.01.2015 li Enqerê pêk anî. Encûmena Serokatîyê,di civîna xwe de,rojeva welat u navçe nirxand u vê daxuyanîyê pêskêsî raya gist kir.
Pevçûnên xwînavî yên li Rojhilata Navîn, berdewam in.Serê navxwehîyê ku li Irak u Surîyê didomîne; li du xwe,bi sedhezaran kustî u birîndara;bajarên kawilbuyî u xerabuyî u her wiha bi milyona insanên koçeber hist.
Di serîde Rêxistina Miletên Yekbuyî u digel vê, hêzên karîger yên navnetewehî; ne rejima Esad a ku pista xwe sipartîye dewletên wekî Rusya u Iran u bi bombeyên bermîlî bajaran hildiwesîne ji serkar anîne xwarê u ne jî, çeteyên kustin u tevkujîyê u DAÎS’a ku ji vê derya qeyranê aj daye,dane seknandin.
Em bangî raya navnetewî dikin ku rojek zûtir pirsgirekên navçe bi dadmendî çareser bikin.
Dîmenên xemgîn u biêsên ku li du hêrîsên DAÎS’a terrorist yên ber bi Basur u Rojavayê Kurdistanê hê jî li ber çehvin.Xweshalin ku agahîyên serketinên Pesmergeyan roj bi roj zêdetir dibin.
Di serîde Kobanîyê u Sengalê, axa Kurdistanê a ku hatîye dagîr kirin, her roj dema tax bi tax, gund bi gund tê rizgarkirin dilê gelê Kurd sa u dilxwes dike.
Her wiha cehd u hewildana berêz Mesûd Berzanî a di rêya durxistina hêza pesmergeyan ji reng u xalên sîyasi u gavên ji bo pêkanîna erteseke netewî,ji alîyê me ve, hêja u sayanê pesindayînê ye u dilxwesîya me zêdetir dike.
Disa divê em bêjin ku, li basûrê Kurdistanê hewildana hin rêxistinan ku bi hezên biçuk u sembolik jî be, digel pêsmergeyan ku di rizgarkirina herêma Sengalê de cih girtibun,ji alîyê meve wek gavek bas hatîye pejirandin
Lê,pasî wexta, helwest u rageyandina heza nasîyar a ku digot ‘divê navçe daxilê herêma Kurdistanê nebe u wek Kantonek Xweser’bimîne ji alîyê Partîyame ve wek nerihetî u nerazîbunê hate nirxandin.
Em bawerin ku rageyandinên wiha nebas di nav gel de dibin sedemê alozî u sedadîyê u xesareke mezin didin mafê netewî a Kurd.
Her wiha Encumena Serokatîya Partiya me,buyerên tevlihevkar u provakatif ku di van rojên dawî de li Bakûrê Kurdistanê navçeyên ser sînor yên wekî Hekarî, Sirnex, Gewer,Bazîd u Silopî u Cizîrê diqewimin,manedar dibîne.
Her wekî tê zanîn ku berî çend rojan li Cizîrê di navbera birek çekdarên PKK’ê u HUDAPAR’ê de,pevçûneke çekdar qewimî bu.Ji ber ku Hêzên Ewlekarî yên Dewletê bi sietan pêsgirî li vê buyerê nekiribun,mixabin ku du alîgirê PKK’ê u bavê endameke HUDAPAR’ê sê kes hatibun kustin.
Partya me rehmetê li mirîyan tîne u sersaxîyê dide malbat u dostên wan.
Buyer u rudanên wiha xesarê dide tevgera azadîya Kurdan u pêvajoya çareserî u bêçekbunê dixe xeterê.Herdu alî lazime ku pirsgirekên di nav xwe de bi rê y sêwazên astîyane çareser bikin u di sûna çekan de, dîyalogê bikar bînin. Em bibîr tînin ku ji îro u pêve divê êdi xwina birayan bi destê hev neyê rijandin u serê birakujî biqede.
Ji alîyeke din ve, hê jî, li Turkîyê pirsgirek u kêseyên sereke u binyader lin benda çareser kirinê ne.Di warê mesela Kurdî u pirsa Elewîyan de,gelek tist hatin gotin lê mixabin ku hê jî, gavên berbipês nehatine avêtin.
Herçend hikumetê rageyand ku di ‘ Pêvajoya Çareserîyê’ de xêncî PKK u HDP’ê, rêxistinên din yên Kurda jî, ji bo biserketina pêvajoya çareserîyê, lazime cî bigrin; ku navê partîya me jî hatibu bilêv kirin; lê hetanî niha tu pêsnîyareke berçehv negeyistîye destan.
Her wiha berî çendek zîyareta cigirê serokwezir rêzdar Bülent Arinc a nawenda partîya me, em wek gavek bas dinirxînin.Partîya me,hevdîtin u pêwendîyên wiha di rêya çareserkirina pirsgirekan de wek hewcedarîyek giring qebul dike.
Tê zanîn ku hikumeta îro, her tim serd u mercên giran, red u inkarkirina berê u kustin u tevkujî u zilm u zordarîyên demên berîya xwe u çend gavên binirx yên ku ewan avêtîye, dixe bira Kurdan ; lê bi salane ku ‘ ji bo çareseriyek wekhev u bidad- gavên wêrek navêje.ew li tenê li dora pirsa Kurdî digere.Pirsa Kurdî , bi çekberdan u ehilkirina PKK’ê ve girê dide,u dbêje ku divê her kes bibe arîkarê ‘Pêvajoya Çareserîyê’.
Helbet em pistevanîya qonaxê çekberdana PKK’ê dikin.Ev yek ji bo herkesî ya bixêr e.Bê guman di vê meselê de teraf ji, mixatab jî, PKK ye.
Lê, pirsa Kurdî ,berîte nîne ji çekberdan u kedîkirina PKK’ê.Pirsa Kurdî ji avahîya Unîter u ji rejima yekite hatîye pês.Ew tenya bi bi reyek Tê safî kirin.:Divê Kurd qeder u sernivîsa xwe bi destê xwe kivs bikin.
Pirsa Kurdî pirsek netewîye u divê çareser kirina vê pirsê jî di vê çarçeweyêk wiha de were nirxandin.
Di ware çareserkirina pirsa Kurdî a bi sêwazek wekhev u demokratik de, em jî, terafek in.Em di bêjin ev yek bi avakirina federasyonek demokratik pecan e.
Dewlet azadî u heq u berjewendîyên Kurda girew digre,bi çekberdana PKK’ê ve dgirê dide.Ev yek jî dide nîsan ku ew di vê meselê de ne dilsoz e.
Turkîye dikeve qonqxeke nu ê hilbijartinê.Wisa xuya dike ku wê dîsa bereyên bi rengê dema Kevin werin pêk anîn.Me nave ku sazîya van bereyan bibe sebebê sedadî u alozîyan.
Ji bo mafê serkarîya navxweyî, ji niha ve, hin kes, ji bo ku hilbijartin di sertên nebas de derbas bibe, li du tevlihev kirin u terorîze kirina hindurê welatin.
Lazime def u dekên van hêzên bêoxir werin pûç kirin.Ev wezîfeya here girign a hemu kesên hestîyar e.
Lazime ku em bêjin, Partîyame wê li 81 bajaran bike hilbijartinê.Ji bo vê yekê ji îro ve emê dest bi xebatê bikin.Divê hemu endam u terefdar u alîgirê partîya me dest bi xebatê bikin.Em bang li gelê Kurd u kesên nedar u neçar u bindest u azadîxwaz u astîperwer dikin ku di vê hilbijartinê de pistevanîya partya me bikin u deng u rêyên xwe nedin xirapkar u derewkera, lê bidin partya me.
Em dixwazin ku ew qonqxên ber bi guhertina Turkîyê bi aramî u di nav hizur u bawerîyê de bêsekan here serî u serkeve.
Bi taybetî divê Kurd ji mecal u fersendên wiha sûd bigrin.Demên wiha zemin u erdek bas peyda dike jibo ku pêsnîyarên çareserîyê bi gel ve parve bikin u bidin gengesî kirin.
Em wekî HAKPAR pês hemu tistek di vê hilbijartinê de,emê dek u dolabên kolonyalistî eskere bikin u çareserîya wekhev u demokratik a pirsa Kurd u Kurdistanê,pirsa çareserkirina Elewîyan bi hemu alî ve binin ziman u avakirina demokrasîyek rasteqîn bînin rojevê.
Em bangî raya welathiz dikin ku pistgir be, bibe arîkar u dest bidest be. 5.01.2015
ENCÛMENÎYA SEROKATÎYA
PARTIYA MAF U AZADÎYAN / HAKPAR
Dengê Kurdistan